Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistanê Wezareta Kar û barê Kendavê damezrand

21:00 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: 16’ê Octoberê bi biryara Melik Selman Paşayê Erebistana Si’ûdî,Wezareta Kar û barê Kendavê hate damezrandin, û “Samêr Alsehban” jî wek wezîrê wê Wezaretxaneyê hate diyarkirin.

Li gor biryara Paşayê Erebistanê ku, deqa wê di malpera “El-Erebiye”de hatiye danîn, Ebdulezîz Şimrî di şûna Samêr Alsehban kirin kardarê balyozxaneya Erebistanê di Îraqê, û Samêr jî posta Wezareta Kendavê wergirt.

Samêr Elsehban bi sebeba nêzîkatiyên digel tayfe û eşîreyên Îraqî karî bandoreke zor li ser serkirdeyê van hozane,çi Şî’e çi Sunî danê, û her vê mijarê jî, rejîma Teranê tûşî dilkutukê kiribû, û tenê navbirî bi destêwerdan di kar û barê Îraqê de tê tewanbarkirin.

Navbirî di bersiva wan tometlêdana Teranê de, ji televîzyona El-Erebiye re gotiye: Eger diruşma tayifegerayî ya Şî’e û Sunî di Îraqê de bi dawî bibe, îdî Îran nikare di wî welatî de cilîdanê bike, jiber ku rejîma Îranê gellek di geşestandina hişyariya netewî ya Ereban ditirse.

Danîna Wezaretek bi navê Kendavê,li gor karnasan hewleke micid a Erebistanê, bo berbirûbûyîna komara Îslamî derheqê destêwerdan di kar û barê welatên wan navçeyan de ye .

Di dirêjiya salên derbazbûyî de, komara Îslamiya Îran weke nehatina rê, di sîstema siyasî de hewla nifûzkirina di nav welatên navçeyê de daye, û herwiha piştevaniya ji Hûsiyên li Yemenê, Şî’eyên Erebistan,piştevanîkirina ji rejîma Beşar Esed, destêwerdana eşkere di Îraqê de daye.