Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pêvajoya îdamkirina girtiyan bilez dêxe

16:07 - 18 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî û dijî mirov ya Îranê Dezgeha Dadwerî û Îtila’atê, haydar kirine, ku di îdamkirina girtiyan de, lezê bikin, û vê biryarê bi rê ve bibin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, li girtîgehên Guredeşt û Qizihisarê, biryar ji Dezgeha Dadwerî û Îtila’atê re hatiye ku, bilez hukmê îdama girtiyên di girtîgehên Îranê de bi rê ve bibin, û eva jî bûye sedema nîgeraniya malbata wan girtiyan ku cezaya îdamê bi ser wan de hatiye sepandin.

Eva di demekî de ye ku bi girtiyên mehkûm bi îdamê re hatibû ragehandin, ku di, heyva “Moherremê” de, birêvebirina cezaya îdamê wê bê sekinandin.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî berwarê 17’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, nêzîk bi 17 girtiyên mehkûm bi îdamê, di girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê de, serbarê heyva “Moherrem”ê, bo odeyên takekesî hatine veguhaztin, bona birêvebirina cezaya bidarvekirinê.

Tê gotin ku navê 8 kes ji wan girtiyan ku bo odeyên takekesî hatine veguhaztin pêk tên ji: Hemîd Sabirî, Hemîd Babayî, Pêyman Sebelan, Xolam Pîrzadê, Hemîd Nezerî, Ebas Keremî, Genc’elî Çêgzadê Gerawend û herweha girtiyeke din bi nasnavê Zencanî.

Hevdem digel vê biryarê jî rayedarên girtîgehan, malbatên girtiyên cezakirî bi îdamê gazî kirine, bona vê ku bên û çavpêketina dawiyê digel kesûkarên xwe bikin.