Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êshaq Cehangîrî: “Aboriya welat ketiye nav çalekê de, ku derketina ji vê çalê zehmet e”

16:11 - 18 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Êshaq Cehangîrî alîkarê yekem yê Rûhanî di roja Duşemiyê 26’ê Rezberê de, di gotinên xwe yên di roja cîhaniya “Êstandard”de, bi rewşa xirab îtiraf kir, û got: “Aboriya welat ketiye çalekê de, ku derketina ji vê çalê, demê dixweze”.

Nûçegihaniya “Tesnîm” ya girêdayî bi Hêza Quds a terorîstî, roja Duşemiyê li jêr navê “ Qewl û Soza 100 rojan, bû 1100 roj”, îtiraf bi kêrnehatîbûna Rûhanî ji zimanê Îshaq Cehangîrî ve, kiriye hêcet, da ku êrîşî ser Rûhanî bike.

Tesnîm dinivîsîne: “Di dema propagendeyên hilbijartinên sala 1392’an de, tîma aboriya dewleta Rûhanî, wisa ji Rûhanî re bas ji hêz û şiyana xwe kirin, ku ew dikarin di demeke zû de rewşa aborî baş bikin, lewra Rûhanî jî bawerî bi wan kir, û ragehand ku em dikarin di dema 100 rojan de, rewşa aborî baş bikin, lê ew soza navbirî nehate cî.

Radyoya navneteweyî ya Firansayê jî, derbarê gotinên alîkarê yekem yê Rûhanî got: Êshaq Cehangîrî,di civînekê de, di Teranê de, neçar ma ku vê îtirafa “Tal” bike,ku dewleta yazdehem nekariye asta xweş jiyankirina xelkê welat, vegerîne bo berî sala 1390 ‘î, û tu hewleke dewleta Hesen Rûhanî, wek daketina “tewerom”ê li gora berîkê xelkê nebûye.

Hêjayî basê ye ku eva yekemîn car e, ku berpirsekî dewleta Rûhanî bi awayek eşkere îtirafê bi binketina aboriya dewleta yazdehem dike.