Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîrozabadî: “Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî” û şexsê serkomar, biryara serkuta xwendekarên nerazî dan

16:17 - 18 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Fîrzabadî serokê pêşîn ê Nawenda Hêzên Çekdar, ku wê demê endamê Konseya Bilind ya Ewlehiyua Neteweyî jî bûye, ragehandiye: “Sekutkirina serhildana 18’ê Pûşpera sala 1378 (1999)’an, li ser îzna Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî , û serokê wê wate Rûhanî bû.

Fîrzabadî serokê pêşîn ê Nawenda Hêzên Çekdar ku ew jî wekî gellek ji berpirsyarên din yên rejîma Îranê hewl dide ku xwe bêguneh nîşan bide, ragehandiye: “Wê demê pirs, pirseke emniyetî bûye, û serkomar Xatemî ku wê demê daxuyanî daye, û yan jî biryara Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî pejirandiye, çima dibe Spaha Pasdaran û hêzên sin ên çekdar bêne tawanbarkirin?!”.

Li gora gotina Fîrozabadî, Rûhanî wê demê digel serkomarê wê demê Xatemî pêwendî girtiye, û rewşa aloz ya welat bi wî ragehandiye, û Xatemî jî bi Rûhanî ragehandiye ku we her biryarek dabe, cîbicî bikin.

Hêjayî basê ye, ku eva heyamek e ku hinek ji berpirsyarên payebilind ên rejîmê, tawanên ku encam dane, yan xwe di wan tawanan de bê guneh didin zanîn, yan jî tawanên xwe dixin stûyê hevdu, ku ew yek nîşana tirsa wan ji xelkê nerazî, û egera tolhildanê ye.

Koma bûyerên ku di kolanên Zanîngeha Tehranê û kolanên derdora wê de, di rojên 18-23 Pûşpera 1378 (1999)’an de rû dan, di edebiyata siyasî ya Îranê de, wekî bûyerên “Kûyê danişgah” hatiye naskirin.