Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navnetewî: Heşda Şe’bî û Artêşa Îraqê di cihê DAÎŞ’ê de xelkê Mûsilê ceza dikin

16:08 - 19 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Rêkixstina Lêborîna Navnetewî, milîşên Heşda Şe’bî û hêzên çekdar yên ser bi Îraqê, bi “Cînayetên Şer” û kiryarên “Tolîhildanê” li dijî xelkê Mûsilê tawanbar kirin.

Lêborîna Navnetewî roja Sêşemî 18 Çiriya Pêşîn di Daxûyaniyayekî de ragehand ku, çekdarên Heşda Şe’ibî û hêzên artêşa Îraqê li Mûsilê, wan Suniyan ceza dikin ku ji destê DAÎŞ’ê reviya ne.

CNN’ê ji ziman “Fîlîp Lotêr” birêveberê lêkolîn û çalakiyên navnetewî yên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê di rêkxistina Lêborîna Navnetewî de ragehand ku, “Suniyên Îraqî piştî vê ku ji belaya şerê Îraqê û zulm û zordariya destê DAÎŞ’ê derbaz dibin, digel êrîşên tolîhildanê, yên milîşên Heşda Şe’ibî û Artêşa Îraqê berbirû dibin û cezaya cînayetên DAÎŞ’ê ew dikişînin”.

Navbirî di doma gotinên xwe de dibêje ku, “Rast e niha Îraq digel gefên ewlehî yên rastîn ji aliyê DAÎŞ’ê ve berbirû ye, lê operasyonên îdamkirinên derveyî dezgeha dadweriyê, revandin, îşkence û destbiserkirinên bê sedem di Îraqê de nahên pasawdan”.

Fîlîp Lotêr herweha tekezê dike ku, “ Niha ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAÎŞ’ê dest pê kiriye, gerek rayedarên Îraqê pêngavên hewce bona rêgirtin ji wan kiryarên hovane avêje.

Navbirî di beşek din a gotinên xwe de da zanîn ku welatên pişikdar di şerê li dijî DAÎŞ’ê jî, serbarê piştevaniya ji Îraqê, gerek çavê xwe liser binpêkirina mafê mirovan di Îraqê de girê nedin.