Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemmed Şerî’etî: Rewşa bêkariyê li Îranê her ku diçe xiraptir dibe

16:13 - 19 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Mihemmed Şerî’etî, cîgirê kargêriyê ya serkomarî Îranê roja Sêşemiyê 18’ê Çiriya Pêşîn di civîneke aboriyê de li “Xorasan a Rezevî” de ragehand ku: “ Li gorî lêkolînên encamdayî, asta bêkariyê gihêştiye asta herî bilind, û divê ji wê pirsgirêkê re çareserî were danîn.”

Navbirî pirsgirêka bêkariyê di parêzgehên weke Xorasana Rezevî de weha da zanîn û got: “Bi giştî li cihên ku em lê geryan û me lêkolîn jî kir, piraniya pirsgirêk li ser mijara bêkariyê ne”.

Cêgirê kargêriyê ya serokomarê Îranê herweha anî ziman ku: “Heya niha di civakê de em digel hizar pirsgirêkên bêkariyê berbirû bûne, û eger weha berdevam be xelik wê bi pirsgirêkên micit yên aborî û malbatî berbirû bin.

Herwiha wî dest nîşan kir ku, her çiqasî pirsgirên kar îsal zêde bûn, lê me tu bernameyek demdirêj bona derbazbûna ji vê pirsgirêkê nedaniye, û sebeba mici jî eva ye ku, me bernameyên demkurt danîne ku ew jî netenê pirsgirêkan çareser nakin, belkî dibine sedema serhildana kirîzên nû.