Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kerkûkê DAÎŞ’ê êrîşî ser çend ciyan kir

16:21 - 21 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku operasiyona rozgarkirina Mûsilê dets pê kir, û hêzên pêşmerge pêşrewiyeke baş li gora pilana ku darêtibûn kirin, DAÎŞ’ê êrîş ser Kerkûkê kir, da ku zexta li ser bereyên şer li derdora Mûsilê kêm bike.

Li gora zanyariyan, ew êrîşa DAÎŞ’ê demjimêr 3:30 deqeyên sibehiya îro Înê dest pê kir. Ew êrîş li ser çend ciyan, bi taybetî avahiya kevn ya Polîsê Kerkûkê pêk hat. Du xwekujan karîbûn xwe bigehînin nav avahiya birêveberiya Polîsê Kerkûkê, lê êrîşa wan ya li ser parêzgaya Kerkûkê hatibû têkbirin.

sê trombêl jî di nava Kerkûkê de teqiyan, û Emîd Serhes Qadir birêvebirê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê daxwaz ji xelkê vî bajarî kir ku di nava malên xwe de bimînin, heya ku rewş tê kontrolkiri.

navbirî piştrast kir ku DAÎŞ’ê êrîşî ser binkeya Asayişê û birêveberiya kevn ya polîsê hawardeçûnê kiriye.

Di van êrîşan de, hinek xelkê sivîl û polîs jî şehîd û birîndar bûne.

Tê gotin ku wan li derveyî Kerkûkê jî êrîşî ser çend mêhwerên şer ên pêşmergeyan kirin, lê di hemû êrîşan de derbên giran xwarin, û ew êrîş jî bona vê bûye ku hem morala pêşmergeyan bînin xwra û hem jî zext û givaşa li ser xwe kêm bikin.

Berpirsyarên ewlekariyê ên Kerkûkê dibêjin ku nêzî 700 hezar aware li Kerkûkê hatine bicihkirin, ku DAÎŞ’ê di nava wan de nifûz kiriye, û ji riya wan ve diikare hinek caran armancên xwe bipêke.