Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê çek û teqemenî şandine Yemenê

16:27 - 21 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Hevdem digel agirbesa 72 demjimêrî di Yemenê de, nûçegihaniya Royterzê ji zimanê çend berpirsyarên Îranî, Amerîkayî û hin welatên din ên Rojavayî ve ragehand ku Komara Îslamiya Îranê, çend barhilgirên çek û teqemeniyan ji bo çekdarên Husî, ji riya Emanê ve şandiye wî welatî.

Berpirsyarên Komara Îslamiya Îranê berdewam ret dikin ku wan çek û teqemenî ji Husiyên Yemenê re şandine.

Wisa tê xûyakirin ku şandina çek û teqemeniyan di mehên borî de kêşe û serêşiyeke zaf ji bo hêzên leşkerî ên Amerîkayî ên cihgir li peravênYemenê de saz kiribe. Di hefteyên borî de, du mûşek ji herêmên di bin destê Husiyan de ber bi aliyê du “nav”ên Amerîkayî di nav behra Sor de hatin avêtin. Fermandarê Baregeha Nawendî ya Arteşa Amerîkayê ret nekir ku Îranî çek û teqemenî şandibin Yemenê, lê berdevkê Wezareta Karê Derve ê Îranê Behram Qasimiyan ew yek ret kir.

Lê dîplomateke payebilind ê Îranî ku nexwastiye navê wî bihê eşkerekirin, piştrast kir ku rejîma Îranê, alîkariyên leşkerî, malî û perwerdehiyê ji hevalbendên xwe ên Yemenî re dişîne.

Wî gotiye ku lihevkiirna Îranê digel Rojavayiyan li ser pirsa navikî destê rejîma Îranê vekirîtir hêlaye, di şerê li dijî Erebistanê de.

Berpirsekî Rojavayî jî radigehîne ku di mehên borî de, qaçaxa mûşekên dijî “nav”, û şandina madeyên teqînê, bo Yemenê ji riya Emanê ve zêde bûye.