Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineke mehkûm bi îdamê bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da

17:11 - 22 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Jineke girtî ya mehkûm bi îdamê, di benda Niswan ya girtîgeha Urmiyê de, bi kirîza dilî jiyana xwe ji dest da.

Sidîqe Ce’iferzade ku temenê wê 64 salî bû, û ya bajarê Urmiyê bû, seba bikaranîna madeyên hişbir bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Şerê rewanî û tirsa îdamê a ku li ser Sidîqe Ce’iferîzade hebûye, bûye sebeb ku ew rastî kirîza dil were, û jiyan xwe ji dest bide.

KMMK bi weşandina raporekê dabû xûyakirin ku di heman girtîgehê de, “Zeyneb Sekanwend”girtiya mehkûm bi qesasê jî, piştî birêvebirina hukmê îdama hevbendiyeke wê, ketiye bin zexta derûnî de, lewra zaroka vî mirî ji dayîk bûye.