Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xaka şewitî!

20:36 - 24 Çirriya pêşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Di vî şerê cîhanî û herêmî de, ku li Mûsilê bi rê ve diçe, û di pêşerojê de jî, ber bi Reqayê ve tê kêşan, û renge heya Heleb û Idlibê jî dom hebe, hêz û alî û berjewendiyên cur bi cur di şer de ne, û bi taybetî berjewendiya Rûsiyê û Amerîkayê li dijî hevdu ne, û şerê “niaybetî”, bi destê kesên din bi rê ve diçe.

Herçend ku bas ji vê tê kirin ku şerê Mûsilê zû bi dawî bînin jî, lê wisa dixûye, ku ew şer dirêjheyam be, û di şêwazên cur bi cur de dom hebe, heya wê demê ku hevsengiya hêz û berjewendiyan zilhêzên cîhanî pêk were, û zilhêzên cîhanî û navçeyî bigihîjin cureyek ji hevsengiya hêzê, ku êdî ji vê zêdetir nekarin berjewendiyên xwe dabîn bikin, yan nirxa derbelêdana li berjewendiya yektir, bigehînin asta metirsiya li ser hebûna xwe!.

Lê rola Komara Îslamî di vî şerî de gellek caran tê jibîrkirin, û di berhevdan û şîkarî û heya hevsengiya hêzê de, li ber çavan tê windakirin, ku carna ew yek ji aliyê kirêgirtiyên Komara Îslamî ya Îranê ve bi qestî û bizanebûn tê kirin, û hinek jî li ser aloziya pirsan, di nava tozê de bat dibe.

Komara Îslamiya Îranê bi bîrokeya Wilayeta Feqîhî û bi hêviya şandina îdeolojiya xwe, û bi pênasekirina metirsiyên wê li ser deshilatê dixwaze, herêm rûçikek din bi xwe ve bigre.

Piştî vekişiyana hêzên Amerîkayê ji Îraqê, û piştî gotûbêjên di navbera Rojava û Komara Îslamî de, û lihevkirina bercame! Komara Îslamî bixwe hest bi vê kir, û bi kiryar diçe pêş, da ku stratejiya berjewendiyên xwe di zeliqîna Qumê bi behra Medîterane de pêk bîne.

Lewra em dibêjin Qum, jiber ku dibe bîra me be, ku Tehran paytextê îdarî ye, bona cîbicîkirina çavnebariyên Qumê!

Zeliqîna Qumê bi behra Medîterane, ji navçeyeke berfireh û pirr ji nifûs ya Erebê Sunî û Kurd re derbaz dibe, û carna ew xelkê wir, riya timahî û çavnebariyên Qumê dijwar dikin, lewra bo Komara Îslamî hewce ye ku ew herêm kavil be, û dar li ser kevir nemîne, û xelkê wê bêne jînosaydkirin, û ji cihê xwe bêne derkirin, da ku Komara Îslamî ji riya Spaha Quds û Heşda Şe’ibî û arteşa bişî’ekirî ya Îraqî û Hizbullaha Lubnanê û parêzerên Heremê û hêzên din ve, bajaran bi awayekî din ava bike, û pêkhateya nifûsê biguhere, û piraniya wan ji alîgirên îdeolojiya Qumê bin, heya ku bîrokeyên Qumê ji Celewla, û Se’idiye û bi riya Be’iqûbe, Daqoq û Kerkûkê ve bigihîjin Mûsilê, û ji wir ve, bikêşin aliyê Reqqa û Helebê, û xwe bigehînin Laziqiye û Tertûsê, û li ser behra Medîterane çavê wan li Ewropayê jî be!.