Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rola Îranê di girtin û azadkirin bajarê Mûsilê de

20:42 - 24 Çirriya pêşîn 2016

Elborz Rû’înten

Mûsil ev bajar e ku bi dirêjahiya dîrokê, çarenivîsa siyaset û hêzê li Rojhilata Navîn diyarî dike. Ew bajarê ku di sedsala derbazbûyî de weke nawenda Wîlayeta Mûsilê bi bajarekî girîng ya herêmê dihat hesibandin, rola sereke hebûye di diyarîkirina sînor û balansa hêzê li Rojhilata Navîn de.Tenanet bo wan welatên Kolonî yên ku piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanî, û avabûna dewleta Îraqê jî, Mûsil berdewam cihê nîqaş û gengeşeyê bûye.

Ev dîroka han di serdemê niha de bi awayeke din berdewam e, jiber ku piştî 2 salan destbiserdegirtina bajarê Mûsilê de, niha azadkirina wî boye mijara herî girîng û siyasî di navbera welatên herêmê û welatên xwedî hêz ên cîhanê de. lê eva ku niha girîngiya bajarê Mûsilê bo welatên cîhanê û deshilatên siyasî di serdemê niha da, du hemberî dike, rola rejîma Îranê ye di niha û pêşeroja Mûsilê de.

Di rastî de rejîma Îranê him di çaxê teslîmkirina Mûsilê bi hêzên DAÎŞ’ê re, û him jî di azadnekirina wî bajarî de, berpirsyar e, û eva jî vedigere bo ser rola rejîma Îranê di çêkirina tevdanîkarî û şer û malwêraniyên li derveyî sînorên xwe, bi merema domandina deshilata xwe ya dîktator û siyaseta “Şandina Şoreş”ê, ku têzeke binav û deng ya rejîma Îranê û Xûmeynî ye.

Bê goman bo selimandina rola rejîma Îranê li Mûsil û Îraqê bi giştî, ku weke hemû welatin din yên herêmê bûye sedema malwêranî û kuştina bi sedan hezar kes ji xelkê Silvîl, belge û dêkyomêntên bê hejmar di dest de hene.

Lewra gerek em vegerin bo despêka teslîmkirina Mûsilê bi destê DAÎŞ’ê, û bipirsin ka gelo Mûsil çava ket destê DAÎŞ’ê?

Roja 10’ê Hezîrana 2014’an, girûpeke binajûxwaz û terorîst dest bi ser tewahiya bajarê Mûsilê de girtin, ku pitir ji 40 hezar hêzên leşkirî yê Sipaha Îraqê bi çek û teqemeniyên ku bi milyardan dolarî ji Amerîkayê hatibûn kirrîn. Ev hêza Sipaha Îraqê ku li Mûsilê bû, ji 3 leşkirên mezin bi fermandehiya Nûrî Malikî pêk hatibûn ku, di heyam çend demjimêran de, bajarê Mûsilê bi hemû çek û teqemeniyên tê de, teslîmî DAÎŞ’ê kirin û reviyan.

Li hemberî vê teslîmkirinê de tu karnas û pisporek nikare îdi’a bike ku bê hebûna haydariya fermandehiya wan sê leşkiran, Mûsil ji hêzên Îraqê hate çolkirin. Wate hekî liser xwasteka Nûrî Malikî neba, ku piştre jî liser vê mijarê bo parlimana Îraqê jî hate gazîkirin, Mûsil tu carî nediket destê DAÎŞ’ê.

Bi wateyek din Nûrî Malikî kesê yekemîn ya rejîma Îranê ye di Îraqê de, wate bûyera han bi bê haydarî û tenanet pilana Îranê nebûye. Herweha hekî em li hevpeyvîna Osame Nuceyfî yê cîgirê serkomarê Îraqê û birayê parêzgarê Mûsilê digel kanala “Sky News” a Erebî, ku di despêka sala 2016’an de hate encamdan, binêrin, derdikeve ku bi eşkere û bi zelalî bas ji gefxwarinên Îranê berî ketina Mûsilê dike û dibêje ku, “Di serdaneke me bû Îranê de, karbidestên Îranê gefa vê yekê li me xwarin ku hekî em alîkariya Nûrî Malikî nekin, Mûsil wê bikewe”.

Eva jî bi vê wateyê tê ku berpirsyarê sereke yê ketina Mûsilê rejîma Îslamî ya Îranê ye û, rejîma Îranê karî ji vê rêyê ve, serbarê çêkirina şer û malwêraniyê, çend armancên din ên xwe bihingêwe, ku em dikarin amaje bi êrîşa DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê bikin bona dûrxistina Kurdan ji refrandomê û serxwebûnê, û herweha çêkirin û damezirandina çendîn girûpên weke Hizbullaha Lubnanê (Heşda Şe’bî) bona parastina berjewendiyên Îranê û bikaranîna wan weke alawekî zext û giwaş di herêmê de.

Niha piştî derbazbûna 2 salan biser ketina bajarê Mûsilê de, azadkirina Mûsilê weke mijarekî leşkirî nahê nêrîn, belkî weke mijarekî siyasî bona dabînkirina berjewendiyên siyasî yên aliyên curbicur, bûye sedema tirafîka dîplomasiyê di nava welatên herêmê û welatên xwedî hêz yên cîhanê de.

Niha di piroseya azadkirina Mûsilê de Kurd xwedî rol in û azadkirina Mûsilê bê hêza Kurd ne mumkin e, lê Kurd daxwaza garantiya wê dikin ku, piştî azadkirina mûsilê, sînorên Kurdistanê venegerin ser sînorên berî DAÎŞ’ê.

Welatê Turkiyê jî ku di warê dîrokî û siyaseta herêmî de, ji hemû aliyekî zêdetir xwe bi xwediyê Mûsilê dizane û bona pişikdariya di vê piroseyê de hewlê dide, da ku piştî nemana DAÎŞ’ê, ji pişikdariya xwe, bi merema alîkariya hêzên nêzîk ji xwe, mifahê bisitîne.

Niha gellek alî û welatên xwedî hêz ji hatina hêzên rejîma Îranê bo nava Mûsilê û serhildana şerê tayfî û zêdetir alozbûna rewşê, ku Îran jê re dixebite, ditirsin. Ji hemûyan girîngtir, rejîma Îranê ku sedema sereke ya serhildana wan hemû malwêraniya ne, naxwaze ku Mûsil weha bi hêsanî bikewe bin bandora Kurd û Turkiye û Sûniyan de.

Lewra têkilbûna wan hemû berjewendiyên curbicur, serbarê paşxistina piroseya azadiya Mûsilê, encamên vê azadkirinê jî heya qasekî aloz û ne zelal nîşan dide.

Hewlên rejîma Îranê bona pişikdariya di şerê Mûsilê de, ji rêya hêzên weke Heşda Şe’bî û tenanet PKK’ê, û hevdem dûrxistina neyarên xwe di pişikdariya di wî şerî de, çavkaniya serhildana wan aloziya ne. Lewra hekî di çend rojên dahatî de jî Mûsil jî rizgar bibe, gerek em li benda pîlanên din yên rejîma Îranê bin bona aloztirkirina rewşê û berdewambûna kirîz û ne aramiyên herêmê.

Pê diçe pîlana dahatî ya rejîma Îranê, destêwerdan di karûbarên vegeriyana Şingalê bo ser Herêma Kurdistanê be, ji rêya bikaranîna wan Şî’eyên akinciyê derdora Şingalê.

Xala balkê û cihê heyrînê eva ye ku, piştî wan hemû zirar û xisarên mirovî li Îraqê, di bereberê despêkirina piroseya azadiya Mûsilê de, pitir ji vegeriyana aramî û ewlehiya xelkê deverê û parastina wan, bas ji berjewendiyên welatên herêmî tê kirin.

Lewra rejîma Îslamî ya Îranê weke kilîla hemû aloziyên herêmê, li bajarê Mûsilê de jî, her ji despêka teslîmkirinê wî bajarî heya paşketina piroseya azadnekirinê, û herweha xebitîna bona berdewamiya aloziyên piştî azadkirina Mûsilê, kar dike da ku vê yekê bo hemû aliyekî biselimîne ku, heya rejîma Îslamî ya Îranê berdewam be, hêminî û aşayîş û ewlehiya herêmê, wê ji hemûyan re xewin be.