Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Ewlehiya Mirov

14:08 - 7 Îlon 2016

Beşa yekem

Binpêkirina Mafê Nasnameya Çandî

Sabîr Ebdûllahî-Zad*

Destpêk


Hizra parastina rûmeta mirov û mafên mirovan rih di olên asimanî û hiqûqa Sirûştî de heye. Li gor yasayên navdewletî, parastina rûmeta mirovan erkê sereke yê desthelatê ye. Danezana Gerdûnî yê Mafên Mirovan (DGMM), ku sala 1948’an ji aliyê Civata Giştî a Rêxistina Netewên Yekbûyî(CGRNY) ve hat pejirandin, di destpêka xwe de li ser pêdiviya parastina rûmeta mirovan, bêyî ciyawaziya di navbera jin û mêran de tekez dike. Her wiha di xala duyemîn de dibêje ku:

“Hemî kes bêyî li berçavgirtina nejad, reng, ziman, ol, baweriyên siyasî û nêrînên din, binyata neteweyî an civakî, hebûn an jî statuya jidayikbûnê yan jî statûyên din, xwedî gişt maf û azadiyan e.”

Ji bo wê çendê ku mafên di hundirê danezanê de, ku tenê weke biryarek CGRNY hatibû pejirandin û tu îlzama yasayî ji bo dewletan nebû bên cîbicîkirin, li 16 Kanûna sala 1966′an Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Sîyasî(PNMSS) û Peymana Nawdewletî ya Mafên Aborî Cîvakî û Çandî (PNMACÇ) , weke du belgenameyên girîng ji alîyê CGRNY ve hitin erêkirin. Girîngiya wan du belgename an peymanan eve ku piraniya xalên DGaMM ku weke awat dihatin dîtin, bitaybet mafên çandî, di wan peymanan gihiştin asta cîbicîkirinê.

Her wisa, sala 1994ê Programa Geşepêdana Rêxistina Netewên Yekgirtî(PGRNY) di Raporta Geşepêdana Mirov(RGM) de, ji heft hêmanên ewlehiyênav bir lê mixabin cêhê ewlehiya çandî têde vala ma. Ev jî di halekê de ku ewlehiya çandî (bitaybet hêmanên weke mafê zimanê zikmakî) yek ji wan beşên ewlehiyê ye ku pêwîste her tim bê li ber çav girtin. Pirsên bingehîn a vê gotarê evin ku, li gor belgename û yasayên navdewletî, binpêkirina mafên çandî bandore li ser ewlehiya mirov dike an ne? û her wisa Rejîma Îranê hêmanên di hundirê ewlehiya çandî bi taybet mafê zimanê zikmakî heya çi astekê cîbicî dike!?

Kilita peyvan: Hiqûqa Navdewletî, Mafên Mirov, Ewlehî, Ewlehiya Mirov, Nasnameya Çandî, Mafê Zimanê Zikmakî, DGMM, PNMSS, PNMACÇ, PGRNY, RGM;

Wateya ewlehiyê û ewlehiya mirov di yasa û biryarên navdewletî de
Ewlehî yek ji pêdiviyên sereke a civaka însanî ye. Bê şik jiyana bê ewlehî nabe û mirov li destpêka avabûna şaristaniyetê de heya niha, ewlehiyê weke dergehê geşedanê dibîne. lê wateya ewlehiyê çiye? û têgeha ewlehiya mirov kengî ket rojeva Hiqûqa Navdewletî? Ji bo ewlehiyê bi dehan pênaseyên cida hene. Ewlehî bi wateyekê nebûna gef û xetereyê ye. pênaseya din dibêje ku ewlehî baweriya bi wê çendê ye ku tu bêyî hebûna gef an tehdîdek taybet bikarî jiyana xwe a rojane derbaz bikî.

Têgeha ewlehiyê hejmarek berfireh a maf û azadiyan li xwe digre. Berê tenê ewlehiya dewletê girîngîya xwe hebû lê hevdem li gel yekem yasaya nivîskî ku di dîrokê de bi awayeke rasterast li ser “mafê serlêdana dadgehê yê takekesan” tekez dike , ewlehiya mirov di wêjeya siyasî û hiqûqî de cihê xwe girt. Her wiha di xala duyem a “Daxuyaniya Mafê Mirov û Welatiyan” ya sala 1789an de, mafê ewlehiyê bi yek ji mafên sirûştî hatiye navbirin. Di heman daxuyaniyê de, prensibên weke “Yasayîbûna Tawanan û Cezakirin”, “Qedexeya Bandora Yasayê li Ser Rabirdoyê” û “Prensîba Beraetê” bi awayeke fermî hatin danasîn.

Daxuyaniya Mafê Mirov û Welatiyan bû sebeb ku dewletên modern bûhaayek zêdetir bidin ewlehiyê û ev têgeha navbirî bi xalên makezagonê misoger bikin lê meşa rasteqîn a civaka navdewletî li “Ewlehiya Dewletê” ber bi “Ewlehiya Mirov”li Sedsala bîstan pêk hat. Di vê sedsalê de, du şerên malxirabker rû dan û mirovahî ket e jêr xetereya li nav çûnê. Li ser vê esasê jî, di navbeyna her du şeran û bi taybet paş Şerê Duyem yê Cîhanî , alûgorên mezin di wêjeya siyasî¬_hiquqî de rûdan. heya vê sedsalê, prensîba serwer a Hiqûqa Navdewletî “Şer” bû lê di vê sedsalê de “Aştî” yê cihê xwe di lihevhatin û peymanên navdewletî de vekir. Ji bilî “Rêziknameya Netewên Yekgirtî” û Danezana Gerdûnî a Mafên Mirovan, Xala 5ê a “Konvansiyona Ewropî a Parastina Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn” bi awayeke ciddî li ser mafê ewlehiya tekez dike. Ji aliyeke din, Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê(DMME) , di biryarên xwe de her tim ev mafî weke yek ji mafên herî girîng di de zanîn.

Xala 9ê a PNMSSê, şiroveyeka fireh û kiryeve li ser vî mafî pêşkêş dike,yanî ewlehî li hemberî gişt kiryarên kugefê li ser takekesên civakê dike.Berê, tenê Desteserkirin, Desteserkirina Demkî û Darizandina Neyasayî di hundirê têgeha ewlehiya mirov de cih digirt lê li gor gûhertina şert û mercan, sinorên ewlehiyê hatin berfireh kirin.li ser vê esasê jî têgeha “Ewlehiya Mirov” tê vê wateyê ku hemî hevwelatî ji aliyê Can, mal û statuya hiqûqî parastî ne û ev baweriye, zemînê ji bo bikaranîna maf û azadiyên bingehîn ji aliyê takekesên civakê xweş dike. Li ser vê esasê û li gor pênaseya nû ya Ewlehiya Mirov, îro êwlehî ne wek berê tenê bi wateya nebûna şer tê.

Têgeha Ewlehiya Mirov cara pêşînsala 1982 û li rapora Komisyona Serbixwe a Pirsên ser bi Ewlehiya Çekpaqijiyê derket holê. sala 1994an,Raporta Geşepêdana Mirov ji aliyê Programa Geşepêdana Rêxistina Netewên Yekgirtî ve hat erêkirin. Rapora navborî, hêmanên ewlehiya mirov li xwe digre ku Ewlehiya Aborî, Ewlehiya Xurek, Ewlehiya Saxlemiyê, Ewlehiya Jîngeh, Ewlehiya Takekesî, Ewlehiya Siyasî û Ewlehiya Civakî ne. li gor RGMê, gefa li ser her yek ji wan hêmanan dikare aşitî û ewlehîya navxwe û nawdeletî têk bide.

Nasnameya Çandî û Mafê Ewlehiya Çandî

Di rastî de, di her yêk ji demarên nasnameya çandî de mafek çandî tevdigere. Ev jî hemî ev mafên ku ji bo saxmana nasnameya mirov hatîne destnişan kirin û bi rêya wan çanda mirov tê parastin. mafên çandî weke refek ji mafên ser bi nifşa duyem a mafên mirovn tên naskirin. Rêziknameya Rêxisrina Netewên Yekgirtî havkariyên navdewletî di derbarê majarên taybet bî mafên çandî de, ji bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî pir girîng dide zanîn. Têgeha “Mafên Çandî” yekem car sala 1948an di gotûbêjên ser bi nivîsandina DGMM’an de ket rojevê. Herwiha li gor rêzikên PNMSS û PNMACÇê,hger mercên pêwîst ji bo mirov neyên afirandin, nekare azad bibe û ev peyman ji bo cîbicîkirina mafên sivîl, siyasî, aborî, civakî û çandî destûrê dide dewlet ûrêxistinên navdewletî û daxwaz dike ku xebatên pêwîst jibo bidestxistina armancên wan peymanan bên meşandin.

Tu şik di girîngiya parastina mafên çandî de nîne. Mirov dikare vê rastiyê di kiryarên RNY u saziyên ser bi vê rêxistinê de bibîne. Avakirina kursiya “Rîporterê Taybet bi Mafê Perwerdeyê” û kursiya “Rîporterê Taybet bi Mafên Çandî” ji aliyê RNY û lidarxistina konferansên navdewletî di derbarê mafên çandî ji aliyê UNICEFê ku bandoreke erênî li ser parastin û liberçavgirtina mafên çandî ji aliyê dewletan hebû, nişana zelal a girîngiya wan mafan e. Her wiha peywirdarkirina dewletan ji bo pêşkêşkirina rapora salane a taybet bi mijarên çandê ji aliyê konseya aborî,civakî û çandî ve jî, tekeziyek din li ser vê girîngiyê ye.

Ji bo vê çendê ku gef û xetereyên li ser nasnameya çandî eşkere bin, pêdivîye ku di du astên navxwe û navdewletî de ev gef bihên lêkolîn kirin. Ji ber ku mebesta sereke a wê gotarê lêkolîna li ser asta navxwe(bitaybet navxweyê rejîma Îranê) ye, mijarên weke Gerdûnîbûn û cihêrengiya çandî û bandora ku li ser çandê dikin, ji ber nebûna derfetê nayên şirovekirin.

Di asta netewî de, çanda netewî serdeste û îmkana vê çendê heye ku çandên din neyên li ber çav girtin. Hêmanên çandê pir zorin û her yek ji wan dikare mijara gotarekê be. Onsorên veke ziman, şêwaza jiyanê, berhemên edebî, Mûsîqaû awaz, dengbêjî, bawerî, ol û mazheb, yarî û leyiz, şêwazên hilbirînê, sirûşt, xûrek, cil û berg, huner, kevneşopî u hwd, ku hebûna însan bi wan re girêdayî ye û nerîna mirov di derbarê jiyanê de ava dikin. Bi wateyeke din, çand Neynika nirxên abirî, civakû, siyasî ye.

Bê şik pêrsa pir girîng ku mêjiyê mirov ji xwe re mijûl dike eve ku, çima di Raporta Geşepêdana Mirov a sala 1994an de çi buhayek bi ewlehiya çandî nehat dayîn? Ev jî di halekê de ku her wekî amaje pê hat kirin , PNMACÇ, mafên çandî li kêlega mafên aborî û civakî, weke nifşa duyem a mafan anîye. Bersiv vê pirsê vedigere nakokiya ku di navbera zilhêzên cîhanê de hebû û tu car li ser vê mijarê ku ewlehiya çandî di raporê de bê cîbicîkirin, negihiştin lihevhatina pêwîst. Lê nebûna lihevhatinekî bi vî rengî nabê sebebê vê çendê ku li giraniya mafên çandî kêm be.

Çand û Mafê Zimanê Zikmakî

Ziman faktora bingehîn a ciyawaziya di navbera netewan û onsûra sereke û girîna a nasnameya çandi ye. Mafê Zimanê Zikmakî di gişt belgenameyên navdewletî de weke perçeyek ji mafên çandî hatiye binavkirin. DGMM , Konvansiyona Ewropayê Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn , Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî an Hindikayiyan ku 29 Pûşper 1992’an ji aliyê Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê hatiye pesendkiri, Danezana li ser Hindikayiyên Neteweyî ya ji aliyê Zîrveya Konseya Ewropayê di 9 Kewçer 1993’an, Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Hindikayiyên Neteweyî ya 1994’an û Danezana Gerdûnî ya Mafên Kolektîf ên Gelan, a Gulana sala 1990an didin zanîn ku hemî gel û netewek xwedî mafê îfadekirin û pêşxistina çand, ziman û rêgezên rêxistinên xwe ne û di nava çarçoveyên siyasî yê cuda de xwedî mafê pejirandina binyata siyasî, perwerdehî û ragihandinê ne.

lî cîhanê, Piraniya zimanên di xetereyê de zimanên gelên ne serdest in. di dewletên pirnetew de astengê sereke ji bo pêşketina zimanan, dagirkerî û mêtingeriya zimanî ye. Di wan dewletan navborî de, pêwîste ev rastiyê bê li ber çav girtin ku zimanên gelan bindest jî yek ji dewlemendiyên çandî ye û nabe tu car siyasetên weke yek-zimanî bê cîbicîkirin.

Ewlehîya mirov û zimanê zikmakî di yasayên Îranê de
Li Îranê hêmanên ewlehiyê bo cara yekem beriya Tevgera Meşrutiyetê hat bikar anîn. Sala 1300ê “Mîrza Melkom Xan” di resaleya bi sernavê “Rêya Rast” bale dikşîne ser hin mafên bingehîn û dinvîse kû: “Çar bingehên mafên mirovan hene, Bawerî, Azadî, wekhevî û imtiyazên Fezlî.” Tê texmîn kirin ku mebesta Melkom Xan li bikaranîna têgeha Baweriyê, “Ewlehî” û hêmanên taybet bi Ewlehiyê ye.

Xalên 9ê ya “Pêveka Makezagona Meşrotiyetê”, ku weke bingeha dîrokî a xala 22 a makezagona Komara Îslamî ya Îranê tên nasîn, ewlehiyê ji bo parastina mafên bingehîn esas digre û dibêje ku: “Gel ji alîyê can, mal, milk û şerefa xwe parastiye û nabe tu destdirêjî jê bê kirin, ji bilî bi rêyên yasayî û li gor zagonên welat”. Beşa duyem a Pêveka Zagona Bingehîn a meşrotiyetê jî, bi giştî behsa mafên gel û di nav de mafên çandî û zimanê zikmakî dike û wan mafan bi awayeke zelal bi fermî dinase. Lê mixabîn ev yasa tenê weke soz û awatekê man û tu car nehatin cîbicîkirin.

Ketina rejîma Şahenşahî û hatine ser kara Komara îslamî, nebû sebeb ku

di Makezagon û yasayên nawxwe deEwlehiya Mirovû hêmanên ser bi ewlehiya mirov weke pêwîst bihên pênase kirin. Ev kêmasiye jî vedigere sedemek taybet. Herçend ku şoreşa îslamî ya gelên îranê beriya sala 1994an rûdabû û bingehên rejîmê bingehên olî ne, lê tu baweriya yasadaneran bi ewlehiya mirov nebû û her car ewlehiya dewletê dihat berşavgirtin.Raste ku mirov dikare ewlehiya can, mal, kesayetî, şeref û rûmetê di nav xalên Zagona Bingehîn debibîne,lê mixabin dema mirov têkoşînê dike ku wateya ewlehiyê li gor yasa û şiroveyên yasayî yên nawxe bizanê, tûşî kêşeyan tê. Bi nerîna yasanasan, xala 22 ya makezagonê ewlehiya hevwelatiyan garantî dike û bingeha rêjeyek zor li hêmanên ewlehiyê ye. Li gor vê xalê, pêwîste ewlehiya rûmet, can, maf, avahî û pêşeya mirov bê parastin, ji bilî wan şert û mercên ku yasa îznê dide lê her wekî makezagon û yasayên rejîma berê, dema yasayek behsa mafên kêm-netewan dike tûşî kêşeya mostehlekbûn û cîbicînebûnê tê.

Encam

Her weki hat amaje pê kirin, pirsa bingehîn ya vê gotarê ev bû ku li gor yasayên navdewletî, binpê kirina mafên çandî û bi taybet mafê zimanê zikmakî, bandore li ser ewlehiya mirov ji aliyekê û ewlehiya netewî ji aliyek din dike an ne? hat zanîn ku ewlehî deriyê cîbicîkirina mafên mirovan e. Ewlehiya mirov têgehek yasayî a hiqûqa navdewletî ye ku erkê parastina vî mafî li ser şanê dewletê ye.

Rreste ku di Raporta Geşepêdana Mirov ya 1994an de bi zelalî behsa ewlehîya çandî nehatiye kirin lê yek ji hêmanên bingehîn yên ewlehiyê, ewlehîya çandiye. Li gor şirovayên yasayî, gefa li ser ewlehiya çandî û hêmanên ser bi vê beşa ewlehiyê, bitaynet mafê zimanê zokmakî dikare bibe sebebê metirsiya li ser ewlehiya netewî.

Pirsa duyem a vê gotarê ev bû ku Rejîma Îranê hêmanên di hundirê ewlehiya mirov de heya çi astekê cîbicî dike? Li gor vê lêkolînê di makezagon û yasayên navxwe yên ku ji aliyê rejîma îranê ve hatine pejirandin, têgeha ewlehiya mirov û hêmanên vê bi ciwanî nehatine rêkûpêkkirin û li vê girîngtir eve ku hamanên di hindurê yasayê de jî ku taybetin bi mafên kêmnetewan, nahên cîbicîkirin.

Raste ku di rapora 1994an de amaje bi mijara ewlehîya çandî nehatiye kirin, raste ku makezagona komara îslamî ya Îranê besha ewlehiya çandî nake, lê ev tişt nayê vê wateyê ku buhaya wan mafan li mafên din kêmtirin. ji bilî xalên zagonî belgenameyên navdewletî jî ji boÎranêweke çavkaniya erkdarkirina dewletê tên nasîn û li gor Hiqûqa navdewletî rejîm sozdare ku hêmana ewlehiyê û bi taybet ewlehiyaçandî cîbicî bike.

Li gor Hiqûqa navdewletî, pêwîste gefên li ser ewlehiyê bên rakirin. Gotara li ber destê we li ser wê rastiyê tekez dike ku erkê dewletê ye kû hêmanên çandî bitaybet zimanê zikmakî biparêze û zemînê ji bo geşekirina wan dabîn bike da ku gef û metirsî bên kêm kirin. Li gor rêzikên navdewletî, Nasnameya çandî a kêmnetewan perçeyek ji nasnameya neweî ye û rêz girtin li prensîba fireçandîya netewî esasa ewlehiya mayinde tê nasîn û binpêkirina hêmanên taybet bi ewlehiya mirov ji aliyê rejîma îranê ku bi awayeke rasterast mafen Kurdan û neteyên din armanc digre dibe sedema têkdana aştî û ewlehiya navxwe û navxwe û navdewletî.