Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêro Celdiyanî: “Dema ku ez ji girtîgehê derketim, digel Serwan Çeko me biryar da ku jiyana hevpar pêk bînin”.

20:45 - 24 Çirriya pêşîn 2016

H: Arif Vêlzî

Mehîn Celdiyanî naskirî bi Hêro Celdiyanî keça Qadir di roja 02.07.1341 (1962)’an de, li bajarê Şinoyê hatiye dinê.

Navbirî derheq nasyariya xwe digel PDKÎ de weha dibêje: “Bi baweriya min nasîna partiyekê, û bûn bi endamê vê partiyê ew qas jî sanahî nîne. Her di zarokatiyê de, diya min digote min, ku hekî rojekê min zarokeke keç hebe, ezê navê wê danêm “Margirêt” (Margirêt yek ji jinên navdar ên Kurd bû). Herwisa min ferq û cudahiya çandî jî di xwendingehên bajar û bajarokan de didît. Bi vî awayî bû ku ew hest li cem min pêk hat, ku ez tevlî refên PDKÎ bibim.

Her di destpêkê de, di sala 1979’an de ku şoreş di Îranê de çê bû, û xwendekar bi taybetî rijiyane ser koanan, roj bi rojê hesta min a neteweyî bihêztir bû. Dema ku PDKÎ di navçeya Şinoyê de dest bi kar û çalakiyan kir, ez û hin hevalên xwe bûne pêşmerge. Ez di kêleka pêşmergebûnê de, çalak bûm di warê karûbarê rêkxistinî ya jinan û lawan.

Her di sala 1359 (1981)’an de bû ku ez digel Serwan Çeko jî nasyar bûm, ku ew wekî fermande hêz bo Şinoyê hatibû şandin. Lê piştre ew çû rexê Sineyê. Wê demê bû ku bajarê Şinoyê hate girtin, û ez digel çend hevalên xwe hatim girtin. Wê demê Çeko birîndar bû, û piştî vê ku birînên wî baş bûn, ew wekî fermanderê hêza Pêşewa hate diyarîkirin, û Deftera Siyasî biryar da, ku zankoyekê bo pêşmergeyan ava bikin, ku navê wê jî danîn “Fêrgeha Siyasî-Leşkerî”. Bi xweşî ve ew efserên ku di refa PDKÎ bûn, roleke bingehîn di vê partiyê de hebûn”.

Ew jina xebatkar û hêja derheq pêkanîna jiyana hevpar a xwe de, ji Agirî re weha got: “Dema ku ez ji girtîgehê derketim, digel Çeko me biryar da ku jiyana hevpar pêk bînin. Di 1’ê Rezbera sala 1363 (1984)’an de, di navçeya Gellale me jiyana hevpar pêk anî. Li wir de bû ku navê min danîn Hêro. Berhema jiyana me ya hevpar Arman, Akam û Aryako ne”.

Hêro Celdiyanî weha bas ji hesta xwe ya neteweyî û şanaziya bi PDKÎ kir û got: “Her di dema zarokatiyê de, hesta neteweyî di nava dilê min de hebûye, lewra jî min kariye heya niha jî berbirûyî zehmetiyên jiyanê bibim. Di dijyana min de, gellek caran kesên herî hezkirî ên min êş û azar dîtine, û van êş û azaran serbarê vê ku ez azar dame, lê ez bihêztir jî kirime. Lê serbarê hemû van zehmetiyan, dibe ku em alîkarê hevdu bin, da ku PDKÎ baştir bikare ser piyên xwe bisekine.

Herwisa şanaziyê dikim ku ez hevjîna şehîd Çeko me, jiber ku hertim digot ku em dibe li gora biryar û prensîp û bername û peyrewa navxwe ya PDKÎ jiyan bikin, û bawerî bi wekheviya jin û mêr hebû ku di bernameya PDKÎ îşare pê hatiye kirin, lewra di vê derheqê de hertim piştevanê min bû, û ez han didam bo kar û çalakiya zêdetir, bo zarokên me jî her bi vî rengî bû. Ez hertim bi rê û rêbaza wî wefadar im, û hezraan silav bo riha wî ya pak”.

Navbirî di bersiva vê pirsê de ku gelo rojên xweş ên jiyana te kîjan roj bûn, got: “Hemû demê jiyanê, ji min re xweş bûn, çi wan demên ku hezkiriyên min li cem min bûn, û piştevanê min bûn. Herwisa ew rêbaza ku min ji xwe re hilbijart, rêbaza herî baş bû, jiber ku di vê rêbazê de, min piraniya temenê xwe li ser danî, û temenê min jî digel keskeî bû, ku ne tenê bo min, belkû bo her kesî bû”.

Hêro Celdiyanî derheq rojên herî nexweş ên jiyana xwe ya pêşmergatiyê weha got: “22’ê Banemera sala 1395 (2016)’an demijimêr 4’ê piştînîvro, demên herî nexweş ên jiyana min bûn, jiber ku min kesek ji dest da, ku hemû jiyana min bû, û di vê rojê de, hemû nexweşiyên jiyana min ji yên biçûk ve bigre heya şehîdbûna rêberên me û hemû pêşmergeyên qehreman hatin bîra min”.

Hêro Celdiyanî di dawiyê de dibêje: “Ezmûna jiyana me ya siyasî dikare bibe çavkaniyek bo nivşên pêşiya me. Di heman demê de, ez xwe biçûktir ji vê dizanim ku peyamekê ji keç û dayîkên xweragir ên Kurdistanê re bişînim, jiber ku hemû ew pêşmergeyên ku hatine nava refên PDKÎ de, destperwerdeyê heman wan dayîkan in,û ez hêvî dikim em hemû yekdeng û hevreng bin bona vê ku bikarin bi ser dijminan de zal bin”.