Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qubad Simko koça dawî kir

20:49 - 30 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Qubad Simko, kurê şehîd Simayîl Axayê Simko, bavê nasiyonalîzma kurd, li bajarê Tehranê koça dawî kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, roja pêncşem 6ê Xezelwera 1395 a Rojî hemberî 28.10.2016an a Zayînî, Qubad Simko yek ji kurên Simayîl Axayê Simko li bajarê Tehranê çû ser dilovaniya xwe.

Qubad Simko yek ji wan kesayetiyên siyasî û civakî bû ku herçiqas di bin zext û gefên rejîma dagirker a Îranê de bûye, lê çi demekê teslîmî xwestekên berpirsên rejîma Îranê nebûye, navborî çendîn car ji aliyê beşa Parastina Wezareta Ewlekariya Rêjîmê ve hatibû vexwendin û lêpirsîn jê hatibû kirin.

Simayîl Axayê Simko sala 1887an ji dayîk bûye û piştî mirina bavê xwe û cever Axayê biryaê wî, wekî serkirdeyekî kêrhatî û hilketî yê Şikak pêşengiya xebata netewî girte dest û piştî şerê yekem ê cîhanî dest bi girtina navçeyên kêleka gola Ormiyê kir, piştî ku şerê cîhanî yê yekemîn bi dawî hat; Simko wekî serkirdeyekî siyasî bû navda û ji bo avakirina rêveberiyeke Kurdî sala 1919an dest bi şoreşekê kir û çendîn herêm xistin bin kontrola xwe. Sala 1921an li encama hêrişa berfireh û mezin a hêzên rejîma Îranê, Simko neçar bû paşde vekişe û penaha xwe bibe bo Turkiyê.

Sala 1924an bi biryareke lêborînê vegeriya Îranê û sala 1926an careke din şoreş û serhildanek dest pê kir. Lê vê carê jî şoreşa wî hate têkşikandin û heyamekê li Turkiyê girtî ma. Piştî azadbûnê vegeriya Îranê û sala 1930an bi pîlaneke karbidestên Îranê li bajarê Şinoyê hate şehîdkirin û şoreşa wî ku 11 salan dom kir, bi dawî hat.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karên navborî dike û xwe bi şirîkê xema wan dizane.