Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê şehîdekî rêya rizgarkirina Kurdistanê koça dawî kir

21:14 - 2 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Mam “Rehman Şerefiyan”babê şehîdeke Partiya Demokrat di bajarê Şinoyê de malavayî ji jiyanê kir.

Li gor nûçeya gihîştiye malpera Kurdistanmedia yê, roja Yekşemiyê 9’ê Çiriya Pêşîn,mam “Rehman Şerefiyan”babê şehîd “Omer Şerefiyan” di temenê 87 saliyê de koça dawiyê kir.

Mam Rehman kesayetiyeke xweşnav û cihê baweriya xelkê wê navçeyê bû.

Termê navbirî di heman rojê de di goristana gundê “Pûşawê” di nav girseya xelkê navçeyê û xizim û kes û karê wê de bi axê hate spardin.

Şehîd “Omer Şerefiyan”di gundê “Pûşawê” ya ser bi bajarê Şinoyê ji dayêk bûye, şehîd Omer kadreyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku di sala 1374 (1995)’an, di girtîgeha Urmiyê de, ji aliyê celladên rejîmê ve hatiye îdamkirin, û gorra wî ketiye nav gundê Sîngan.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje ku malbat û xizm û kesên navbirî, û xwe şerîkê xema wan dizane.