Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineke pêşmerge, û hevjîna pêşmergeyekî şehîdê rêya azadiyê, koça dawiyê kir

21:17 - 2 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Jine pêşmergeyekî kevnar û hevjîna pêşmergeyekî şehîdê rêya azadiyê,bi sedema nesaxiyê,di nexweşxaneyeke bajarê Kirmaşanê de koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia,’’Selma Qobadî’’ jine pêşmergeyekî kevnar û hevjîna pêşmergeyekî şehîd, bi navê ’’Fetah Fetahî’’xelkê dewera Zerdûyiya ser bi bajarê Pawê, di dema sibezûya roja Duşemiyê rêkewt 10’ê Xezelwera sala 1395’ an ya Rojî,piştî demekê ku bi nexwaşiya şêrpençê(seretan) tûşbibû,li temenê 78 saliyê de,di nexweşxaneya Îmam Riza, li bajarê kirmanşanê de koça axiretê kir.

Dade Selma Qobadî, keça xwdê jê razî,Mîrza Ehmed Qobadî ye, û sala 1317’ an ya Rojî li gundê ‘’Riwan’’ a ser bi dewera Zerdûyiyê, cave xwe bi rûyê dinyyaê vedike, û piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, û êrîşa hovaneya komara Îslamî, bi ser gelê Kurd di kurdistanê de, Selma Qobadî,di gel hevjîna xwe, şehîd Fetah Fetahî,tevlî refên pêşmergên PDKÎ dibin, û bi dilsozî û emegdariya xwe bi gel û nîştiman, û rûmetxweşiya xwe bûne çihê bawerî û xweşnaviyê di nava hevalên pêşmerge û xelkê herêmê.

Dade Selma di nava xelkê devera xwe de, cihê rêz û hurmeteke taybetî bû, û li dawî demên jiyana xwe de ragehand ku ez hertim pêşmergê PDKÎ me,û gotibû ku peyama piştgîrî û wefadariya min bi hemû xebatkarên PDKÎ ragehînin.

Şehîd ‘’Fetah Fetahî’’ pêşmergeyekî mirxas yê hêza Şaho ya PDKÎ,û hevjîna dade selmayê li rêkewt 28’ ê Cozerdana sala 1365’ an ya Rojî,di şer û pevçûnekê bi kirêgirtiyên rejîmê re, di nava awahiya ‘’Dişe’’ ya ser bi devera Hewramenê, şehîd dibe, û tevlî karwanê şehîdên rêya azadiya gel û welat dibe.

PDKÎ dilgiraniya xwe ji bo koça dade Selma Qobadî nîşan dide, û sersaxiya xwe li kes û karên xwedê jê razî dike, û xwe li xem û kovana wan de şirîk û hevpar dizane.