Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di semînara Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd-Sûriyê de beşdarî kir

21:18 - 2 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ beşdarî di semînara Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd-Sûriyê, di welatê Holendê de kir.

Roja Yekşemiyê 9’ê Xezelwerê, ji aliy Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd-Sûriyê, çiqa Holendê, bi boneya şeşemîn salvegera koça dawiyê ya serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd-Sûriyê rehmetî Îsma’îl Umer li bajarê Arinhêm ya Holendê de, semînarek bi beşdariya nûnerên hizb û rêkxirawên siyasî û xelkekî berçav ji Kurdên akinciyê Holendê pêk hat.

Ew semînar bi beşdariya endamên Deftera Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd-Sûriyê Selah Elemdarî bi rê ve çû.

Navbirî tevî basek li ser jiyana serokê partiya xwe ya koçkirî, lêkdaneweyeke siyasî jî kir li ser Rojhilata Nvaîn û bi taybetî her çar beşên Kurdistanê, û di beşa Rojhilata Kurdistanê de, qala cinayetên Komara Îslamî kir derheq bi gelê Kurd, û rasana PDKÎ bi pîroz bi nav kir, û pitevaniya xwe û partiya xwe ji vê xebata nû ragehand.

Di vê semînarê de, li ser vexwandina fermî heyeteke Komîteya PDKÎ bi serperestiya Hesen Mecîdî berpirsê giştî ê Komîteya PDKÎ , beşdarî merasimê bû, û tevî eşkerekirina hevderdiyê bi boneya şeşemîn salvegera koça dawiyê ya Îsma’îl Umer spasiya helwesta navbirî bo piştgiriya ji Rasanê û gelê Kurd di Kudristana Rojhilat de kir.