Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevserokên HDP’ê û neh parlemantar hatin girtin

14:08 - 4 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Polîsê Tirkiyê hevserokên HDP’ê û 9 kes ji parlemantarên Kurd destbiser kirin.

Li gora raporên ku hatin belavkirin, berpirsyarên dewleta Tirkiyê 9 parlemantarên Kurd bi navên Sirî Sûreya Onder, Îdrîs Baloken, Ziya Pîr, Nûrsel Aydoxan, Leyla Bîrlîk, Selma Îrmak, Ebdullah Zeydan û Gulser Yildirim destbiser kirin.

Herwisa Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de ragehand ku li gora biryara dawakarê giştî li Amedê, Şiranx, Colemêrg, Wan Çewligê 11 parlemantar hatin girtin, û du parlemantarên din jî bi navên Feysel Saryildiz, û Toxba Hezer biryara girtina wan hate derkirin.

Demîrtaş hevserokê giştî ê HDP’ê di dema guherînkariya di destûrê de, li konferanseke çapemeniyê de ragehandibû ku tu yek ji hevalên me bi piyên xwe naçin dadgehê.

Demîrtaş di doma axavtina xwe de bas ji vê kiribû, ku dewleta Tirkiyê bi zorî dixwaze lêpêçînê li me bike, ku ew yek jî mehal e.

Dawakarê giştî yê Komara Tirkiyê li Amedê de, di daxuyaniyekê de ragehandibû ku parlemantarên HDP, bi tohmeta endametiya li rêkxiraweke terorîstî ya çekdar de hatine girtin.