Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan - Pêşmerge Se’îd Çurukkaya Girt Hembêza Xwe!

13:35 - 9 Çirriya paşîn 2016

Cemal Batun

Di 29’ê meha Cotmehê de, agahiya şehîdbûna Dr. Suleyman (Sait) Çurukkaya xemgîniyek mezin li gel raya giştî ya Kurd / Kurdistanî peyda kir. Gelek taybetmendiyên şehîd Çurukkaya hebûn, ku cîhêk xwe yê taybet, di dilê welatparêzên Kurdistanê de pêkanîbû. Li Bakur û Başûrê Kurdistanê di nav doza rizgariya Kurdistanê de, her û her di qadên zehmet, berxweder û herweha pêşengiyê de cîh girtibû. Her dem bi rêzdarî, nefsbiçûkî û dilovaniyê li gel rêheval û gelê xwe şopa xwe danîbû.

Şehîd Sait Çurukkaya di sala 1968an de li gundê Çilkanî ya Çewlîgê hatiyê dinê.

Dibistana seretayî, navîn û gimnasiumê li Çewlîgê dixwîne. Çurukkaya xwendevanek gelek jêhatî û zîrek e. Yekser piştî qedandina liseyê Zanîngeha TIB (doktorî) ya Uniwersiteya Çukurova qezenc dike. Gava di sala sêyem a di zanîngehê de ye, di sala 1990an de dibe endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Piştî endametiyê derbasî Lubnanê dibe û perwerdeya partiyetî li Akademiya Mahsum Korkmaz li Bekaa dibîne. Heman salê vedigere devera Çukurova û dibe çalakvanê şerê nav bajaran.

Di destpêka sala 1991’an de tê tesbîtkirin û gava metirsiya man a wî li devera Çukurova rû dide, derbasî Diyarbekrê dibe û piştî demek kurt erkên fermandariyê li herêma Diyarbekrê de werdigire.

Çurukkaya karînên xwe yên pêşengiyê di nav xebata xwe de diyar dike û di sala 1993an de dibe Cïgirê Fermandarê Diyarbekrê yê PKK.

Salek piştî wê bi Berpirsiyarê ya Eyaleta Navîn a PKK erkdar dibe, ku beşek ji wilayeta Elezîz, Muş û wilayetên Çewlîg û Erzurumê digre nav xwe.

Di sala 1995an de Fermandarê Giştî yê eyaletên Xerzan, Eyaletên Navîn û Diyarbekrê ye. Heman salê wekî endamê Komîteya Navendî ya PKK tê hilbijartin. Sala 1996an carek din derbasî perwerdeya Akademiya Partî dibe û herweha li Suriye li gel Abdullah Ocalan dimîn e. Dawiya salê vedigere Diyarbekrê û Fermandarê Eyalet a Diyarbekrê ye. 1997 - 1998an li Başûrê Kurdistanê li deverên Zap, Xakurk û Qendilê ye. Beşdariyê di Kongreya 6em û 7em a PKK de dike.

Gava sala 2000’an (ku piştî girtina Abdullah Ocalan e) PKK armancên xwe diguherîne û rêvebiriya xweser, xweseriya demokratîk dibin hedefên sereke yên PKK, Çurukkaya van guherînên bîngehîn qebûl nake û li gel gelek hevalên xwe ji PKK vediqete û Insiyatifa Azadiyê ava dike. Lê, piştî ku dibîne nikarin bi awayek gelemperî xebata xwe di nav Bakurê Kurdistanê de qayim bikin, Insiyatifa xwe hildiweşînin û ew dawiya sala 2000an de diçe Almanyayê.

Çurukkaya li Almanya, di warê Civatnasî de, zanîngehê dixwîne û piştî qedandina xwendinê dikeve nav xebata bazirganiyê de. Li gor zanyariyan, di vî warî de jî pêşdikeve.

Lê, gava DAIŞ êrîşî Kurdistanê dike. Başûrê Kurdistanê carek din dibe wargehê têkoşînê ji bo azadîya Kurdistanê, Çurukkaya wekî dibêje: nikare tenê ji Ewrûpa ve li vî şerî temaşe bike. Tê Kurdistanê! Dibe pêşmerge, dibe Fermander! Dibe pîsporê têkbirina mîn ên dijminê Kurdistanê.

Dibe rêhevalê bi hezarên pêşmergeyên Kurdistanê re. Heta roja dawî ya jiyana xwe - li devera Başîk, gava dixwaze mîn ên DAIŞ a terorîst têk bibe, dibe parezvanê hevalên xwe yên pêşmerge, dibe parezvanê welatê xwe - Kurdistanê!. Ne terorîst ên DAIŞ, ne dijminên azadiya Kurdistanê vêca tu caran dê bi wî nikarin - ji bo ku wî di dilê Kurd / Kurdistanê de xebata xwe, doza xwe, têkoşîna xwe, baweriya xwe çandiye. Ew jî Kurdistan e! Kurdistan a Dr. Se’îd, Kurdistan a me hemûyan!...