Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kul û kesereke bêwext û birîneke bê jan

13:42 - 9 Çirriya paşîn 2016

N: Luqman Mêhfer

Taze em li herêmên azadkirî, pêngav bi pêngav ji quntarên çiyayan hildikişiyan, û rûpeleke nû ji xebatê dest pê dikir, û kêm kes hebûn, ku bikarin taba vê qonaxa dijwar û bizehmet bînin. Yên ku ew şanazî û ji xwe bihorîn, û cangorîtî dibû para wan, her keç û kurên mekteba Demokrat bûn, ku li aliyê din ê sînorên destçêkirî, di demsala buharê de, per û baskên xwe vedikirin, û wekî avjenekî şareza di nava behra pirr şîpel ya gel de, gemiya xwezî û hêviya Kurd ber bi girava armancên xwe ve diherikand.

Buhareke sirr û sar e, û hêşta gullale û gezîze û şilêran serî di bin xaka quntara çiyayan de ranekirine. Hêşta Qendîlê kofiya xwe ba nedaye, û ser heya pê spîpoş e, û deştên Lacanê sor, û Pîran jî taze bi rengê kes xwe dixemilîne, derberûyên daristana berê Mêrgan jî, her çilû nedane, û bajar li pêşwaziya bazên koçkirî ên Germiyanê de ye.

2’ê Banemera sala 1365’an e, deste deste baz bi bejn û balê Qendîlê ve jêhel dicing, û destên xwe di nava pirça Şêx Ayişeya taze di bin befrê de derketî de, tînin û dibin. Karwaneke bê binî li rê de ye, her ji Şaho û Nekerozê ve heya Agirî ketiye rê, bi bê bêhnvedan, diçe û rê dibire. Ji esman ve stêrkeke geş ber bi erdê rakêşaye, û li çiya gulek şilêr çilmisî, û li ber derwazeya bajar, fermandeyekî bo rizgariya neteweyî li pêşberî azadiyê de kirnoş bir. Di nav pirse û sersaxiya wî de, min pîreke kinc xakî, û bi heybet û bi bîrûbawer dît, ew jî mamosta Ebdulrehmanê Lahîcanî bû, qehremanê nava reş çalên taxût, û berxwedanvanê şoreşa nû bû. Bo mergê Muradê taqane nagrî, û matembar nabe. Rû li çeperên xwe û şehîd dibêje: “Murad” nîgeranî ji dilê min de derkir, û serê min bo heya heya bilind kir. Hekî em bixwazin ji bindestiyê rizgar bin, hizb û Kurd û Kurdistan xortên wiha dixwaze. Here xortê min, min tu spartî Xwedê, gerdena te aza be.

Muradê şoreşger jî leşê wî bixwîn û birîna wî giran e, û li ser pişta hespekî bi awirên xwe, rû li hevçeperên xwe dikir, û digot: «Herin min bi cih bihêlin, sibehî ye, û hekî dinya rohn be, derketina we zehmet e«. Di demekê de, ku xwîn wekî ‘kele kîvîyekê’, dilop dilop ji laşê wî dihate xwar digot, çeka min li cem min danên, herin bila zirar ji vê zêdetir nebe, dema ku xatircem bû ku em wî bi cih nahêlin, got ku te hajê dê û bavê min ê pîr hebe, û dildaniya bide ber dilê wan, bi jin û zarokên min re bigihîje, û emanetê te, xûşka min ya taqane be, ew dawî gotinên Muradê fermande bûn.

Êdî bi yekcarî çavên xwe li ser hev danîn û ez bi cih hêlam. Bo gencekî wekî min di vê serdemê de, ew yek bo min hem erk û hem jî xemeke giran bû, û hertim di nav mêjiyê min de dihat û diçû, û ew hinda ku min karî, min ew erk bi cih anî, û heya wê dema ku “Leyl” ji çiyastan û “Mecnûn” ji Germiyanê bû, û Mecnûnê koça dawiyê kir, qeder ew bû ku Leyl ji Rojhilata Kurdistanê ve, bona himbêzkirina Mecnûn rû bike Başûra Kurdistanê, û li rex hevdu li himbêza dayîka nîştiman de bisitirin.

Baxê Murad jî, îro rojê xemiliye, û ber gertiye, kî-ê dihate bîra wî, ku Helîme çar mehan piştî şehîdbûna bavê xwe ji dayîk dibe, dema ku çavê xwe bi rûyê dinyayê vekir, bavê xwe tê de nedît. Wî bi wêne bavê xwe dît, li himbêza dapîra xwe de mezin bû, û hewrazê zanîngeha hiqûqê birî û niha bi pênûsa rengîm, serpêhatiya jiyana bav û bapîrên xwe, û henase sariya dapîra xwe dinivîse. Taqane xûşka wê jî bû yek parçe moral, û jîrane li pişt hevjînê xwe sekinî, û milê xwe da ber vê xembariya mezin, û rûsorane di cerbeyên jiyanê de çiriskî.

Payîz e, û bi ser kul û kesera Murad re, cardin birîna Resûl e ku li ser laşê me birîneke nû vedike. Seqiz sirr, Tîleko mat û bêdeng. Deşta Koyê, xembar e, Bîngul çavrê ye, û Hewlêra Hûlako û DAÎŞ bezîn, himbêz jê re vekiriye, Şêxan pirça al ya xwe verot, û Şingalê jî destên xwe bi aramî, bi ser rûçikê xwe de tîne, û Rojhilata birîndar ya Rasanê jî, li ser piyan sekinî ye, demek bû me dixwast ku em bêhnekê vedin, û li ber sîbera şêneyan serxevekê bişkînin, lê çerxa çepgerdûn, rê neda, û xew ji çavan herimî, û reşebayê bahoza DAÎŞ’ê rabû, û pirça yek ji şêneyên nû verot. “Arsan”ê taze pêgirtî, kena li ser lêvan nema, û kotra min ya spî ji hêlûna xwe bîhanî bû, û hevala min ya îxtiyar jî, cardin himbêza wî bi xeman hate dagirtin, û Gullale jî baskekî din ê wê şikest.

Ho hevalo, tu bi bê xatirxwastin, ber bi seferekê ve çûyî, ez bawer nakim ku ew xebara rast be, û eva dawî xatirxwestina te be, û ez li nava koma kur û keçên dil pirr ji evîn a fêrgeha te, li te geriyam, da ku te bibînim û bînim, dema ku min ji xwendekarên Rojhilat ên nava kolêja Hewlêr pirsî gotin ku, kanê ew kesê ku hişkegirêyên kêşeyan ji me re vedikir, dema ku min rû li pirtûkxaneya giştî ya Azadiyê kir, bi sedan pirtûkan devê xwe vekirin, û devsa penceyên te nîşanî min dan, dema ku min serî li sekretariyetê derxist, gotin kadrê herî cihê baweriyê, û herî aram bû!. dema ku min rû li komîsyona Perwerdehiyê kir, gotin ku endamê herî çalak bû. Dema ku min rû li komên xelkê kir, gotin pêşmergeyê herî xelkî û xakî bû. Dema ku min serdana çiya û fêrgehê da, dersxwanan rondik rijandin, û gotin ku mamostayê herî xwedî exlaq bû, ew e ha, pênûs û kilasora wî her li ser maseyê ne, bo sefereke betal, û dema ku kete rê, got ezê zû vegerim û xatir ji me nexwast.

Derengiya şevê telefona min zeng xwar, min hilgirt, û ew bixwe bû, remz û razek di navbera me de hate gotin, dawî gotina wî ew bû ku nîgeran nebe, tenê kêmek hişyarî pêwîst e, û halê Arsan ji min pirsî, min gotê herwisa çav li rê ye, her ku zenga derî tê lêdan, bilez dibeze, wisa difikire ku tu bixwe yî, da ku wekî caran bi te re bilîze, lê êvariya 5’ê Xezelwerê hinek hevalan serî li min dan, ku xem li rûyê wan dibarî, û rengê wan sîs bibû, û bi zehmet dikarîn qise bikin, û yek ji wan hêdî xwe nêzî min kir û di guhê min de qiseyeke nexweş çirpand û guhê min zingîn lê hat, gote min mixabin Resûl.... bo min xebera mergê wî ji xebera şehîdên Rasan bijantir nebû, ez bilez rabûme ser piyan û ber bi sekretariyayê ketim rê, bo hemşêvriyê, û bona rêûresma bi axê spartina wî, lê li cem min ‘Kinêre’ ji askên bênaz ên ‘Rasan’ê zêdetir nebû, Arsan jî ji Arsanên wan bênaztir nebû, lê dilê min wekî Bûrkanekê, û rûmetê min jî sor, lê serbilind im.

Temenê min jêhel çûye, û gefa mirinê li min dike, dema ku min rêvîngeke mandî dît, her ji Tîlekû ve heya Koyê, bi bê bêhnvedan rê biriye, got: “Ey Tofîq, di vê rojê de ku te ez mîna kopal piştkûr kirim, Resûl jî her di vê rojê de pişta min şikand, kî dibêje ku dîrok ducarî nabe!?. Min got, ne, em li kûreya jan û êşan de heliya ne, û hûn jî wekî Qendîlê ne, û Qendîl jî ne diçeme, û ne dişkê, û qet jî ji nav naçe. Eva Arsan e, ku kopalê destê te ye, di şevê de ronahiyê dide ber piyên te, di ronahiyê de jî, pêngav bi pêngav, li binevrazên tîk serkeve, û li ser cihên asê û li ser lat û zinaran jî xwe pêve bigre, û serî li Gare û Metîn derxe, û li Bîngola Bakur binêre, ku du pêşmergên sînornenas dest dane hevdu, û devkenî ne, û Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur serî ji bo wan ditewînin, ew jî lêvken in, û dibêjne karwanê Rasanê, ku karwanê rizgariyê û vegeriyana herêmên veqetiyayî ên Başûr, wekî rûbarê Sîrwan diherike, Arsan jî yekem yadgarê min e, û kila çavê min û sebra ber dilê we ye.
Têbînî:

-Mela Ebdulrehman Lahîcanî bavê şehîd Murad û girtiyê siyasî, zêdetir ji 60 salan temenê xwe bo xebata di nava PDKÎ de danî. Di goristana şehîdan a PDKÎ de, li gel hevjîna xwe li rex hevdu bi axê hatine spartin.

-Mam Mehmûd jî bavê şehîd Tofîq û Resûl Mihemedzade ye