Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî nameya pîrozbahiyê ji Trump re şand

16:33 - 12 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Sekreterê Giştî yê PDKÎ di nameyekî de pîrozbahî ji Donald Trump, serkomarê nû yê Amerîkayê kir.

Eva deqê nameyê ye:

Birêz Trump, Serkomarê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê


Bi hinceta serkewtina we yê birêz di 58’emîn gerra serkomariya Amerîkayê, pîrozbahiya gerim dibêjin we, û hêvî dikin ku di heyamê serokatiya xwe de bikarin xizmeteke berçav bi xelkê Amerîkayê re bikin û bibandor bin ji vegerandina aşîtî û ewlehiyê di Rojhilata Navîn de, ji rêya dabînkirina mafên netewî, ên netewyên bêpar di herêmê de, û kurtkirina destê dewletên terorîst û dîktator di vê beşa cîhanê de.

Netewa Kurd li Rojhlata Navîn, heyamê 3 dehika ne ku di pêxema azadî, vekhevî û mafê netewî ya xwe de xebatê dike, Partiya min, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê 71 sal e ku li dijî rejîmên dîktator yên Îranê, xebatê dike.

Komara Îslamî ya Îranê pitir ji 3 dehikane ku hemû cure tevgereke azadîxwaziyê di Îranê de û bitaybetî di Kurdistanê de tepeser dike, û di vî heyamî de bi hezaran kes ji çalakên siyasî û kadr û pêşmergeyên partiya min, îdam û teror kirine.

Niha ev rejîme, netenê gelê Kurd û gelên din ên Îranê tepeser û serkut dike, belkî deshilat û nifûza xwe bi awayekî bê mînak li Rojhilata Navîn berfireh dike, û berdewam dixebite bona afirandina ne aramî, tevdanîkarî û şer û malwêraniyê, lewra em liser vê baweriyê ne ku, bona cihgîrkirina aşîtî û awlehiyê hewce ye ku, deshilata vê rejîmê bê kêmkirin û bikeve bin zext û gîwaşek wûsa de ku, mafên despêkî û siyasî ên netewên Îranê ku yek ji wan netewa Kurd e, dabîn bike.

Em hêvî dikin ku bi alîkarî û hevkariya gelên herêmê bitaybet gelê Kurd, di vê erkê de serkewtî bin.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

11.11.2016’an a Zayînî
21.08.1395’an a Rojî