Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdoxan: Emê bo vegerandina cezayê bidarvekirinê rapirsiyê bikin

16:08 - 15 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku hikûmeta Tirkiyê dest bi destbiserkirina alîgirên Gulen û piştre jî siyasetvanên Kurd kir, niha ketiye bin zexta alîgirên mafê mirovan de.

Hindî ku zexta nawendên navneteweyî ên mafê mirovan jî li ser Tirkiyê û kiryarên hikûmeta Tirkiyê di warê binpêkirina mafê mirovan de zêde dibe,Tirkiye jî ew qas hewla serkuta zêdetir dide.

Niha ku behsa guherîna destûra Tirkiyê di rojevê de ye, û vê yekê gellek dijber hene, MHP’ê daxwaz ji AKP’ê kiriye ku bila ew cezaya îdamê bixin nav yasayê, û ew ê jî di hember de, dengê xwe bidin sîstema serokatiyê, ku wisa dixûye ew yek di berjewendiya AKP’ê de ye.

Du roj berî niha Erdoxan li dijkiryara bi hişdariyên serokê parlementoya Ewropayê derheq anîna cezayê îdamê got, çi ji destê we tê bikin.

Erdoxan herwisa ragehandiye ku hekî YE endametiya Tirkiyê di YE de qebûl neke, emê di dawiya salê de, vê pirsê danên referandomê, ku dibe armanca Erdoxan ew be, ku ew jî dikarin wekî Berîtanyayê bikin, herçend ku rewşa her du welatan gellek ji hev cuda ye.

Heya niha gellek caran di mîtîngan de, alîghirên AKP daxwaz kirine ku hukmê îdamê cardin di Tirkiyê de bê cîbicîkirin. Erdoxan jî çend caran heya niha ragehandiye ku çawa xelk dikare biryarê li ser yasayekê bide, wisa jî dikare biryarek ku hatiye dayîn hilweşîne, ku mebesta wî ew bû ku xelk dikare di rapirsiyekê de dengê xwe bide anîna hukmê îdamê jî.

Ji sala 1984’an ve Dadgeha Bilind ya Tirkiyê biryar da ku tu hukmekî îdamê nehê cîbicîkirin, û di sala 2004’an de, biryara rakirina vî hukmî bi awayekî fermî hate dayîn.