Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sinator Tam Katin: Kongire wê bi alîkariya Trump tehrîmên nû bixe ser Îranê

16:10 - 15 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Sinatorê Komarîxwaz yê Amerîkayê Tam Katn ragehand ku, Kongireya Amerîkayê wê bi alîkariya Donald Trump ê serkomarê nû yê Amerîkayê, û hevalbendên wan li Wşintonê, dorpêçên nû bixin ser rejîma Îslamî ya Îranê.

Tam Katin ê komarîxwaz, di hevpeyvînekî de tevî kanala “Fax Nwes”ê tekez ir ku, “Me gellek kartên zext û gîwaşê di dest de hene, em aboriya herî mezin ya cîhanê ne, û dikarîn seba binpêkirina lihevkirina etomî û sozên din, dorpêçên nû bixin ser rejîma Îranê, da ku bi vê rengî rejîma Îranê pirograma çêkirina wan mûşekan bide sekinandin, ku dikarin bigîjin axa Amerîkayê”.

Navbirî herweha di beşek din ya hevpeyvîna xwe dibêje ku, “Emê bona vê ku êdî piştevaniyê nede terorîstan û ewlehiya herêmê tevlê hev neke, wê dorpêçên nû bixin ser rejîma Îslamî ya Îranê”.

Ew sinatorê komarîxwaz herweha dibêje ku, “Rejîma Îranê gerek bizanibe ku ciyawaziya Trump heye digel serkomarên din yên Amerîkayê, herweke ku rayedarên berê yê rejîmê, bi başî dizanîn ku “Ronald Rêygan” digel “Cîmî Kartêr” pir ciyawaz e, lewra çaxê xwe deshilatdarên rejîmê di dema Sûndxwarina “Rêgan” de, Amrîkiyên rehîn di destê xwe de demûdest serbest berdan.