Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Nîcêriyê di navbera polîs û Şî’eyên ser bi rejîma Îranê de alozî derketin

16:15 - 15 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Polîsê welatê Nîcêriyê ragehand ku, di navbera tevgereke Şî’eyan û polîs de şer û pevçûn derketine holê û di encam de polîsek û 8 Şî’e hatine kuştin.

Polîsê Nîcêriyê di vê derheqê de di daxûyaniyekî de ragehand ku, “li Bakûrê Nîcêriyê û li bajarê “Kano” yê, hemarek ş’îeyên ku ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ne, bi kêr û qemeyan êrîş birine ser polîsan û hevdem rêyeke sereke ya bajar daxistine, û êrîş birine ser xelkê sivîl û zirarêm mezin yên malî jî gihandine hêza polîs û xelkê medenî.

Di hember de jî girûpek ji Şî’eyên Nîcêriyê ragehandin ku, roja Duşemiyê polîsê Nîcêriyê êrîş anî ser rêûresmeke mesebî yê wan û di encam de şer û pevçûn derketin holê û 50 Şî’e têde hatine kuştin.

Piraniya heşîmeta welatê Nîcêriyê ji Bisulmanên Sunî pêk tê û xwediyê kemaniyek Şî’e meseb e, ku tê gotin ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ne û berdewam hewla têkdana ewlehiya welatê Nîcêriyê didin.

Weke xûya dike ku destêwerdanên rejîma Îslamî ya Îranê, gellek berfirehtir ji herêma Rojhilata Navîn bûye û tenanet gehiştiye Afirîqayê jî û li wir jî, bona têkdana ewlehiyê û çêkirina tevdanîkariyê, Şî’eyan li dijî deshilata welatên xwe tûj dike.