Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%14 ji mu’itadan 15-19 salî ne

16:25 - 16 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Hemîd Siramî şêvirmendê sekreterê giştî ê Nawenda Xebata li Dijî Madeyê Hişber ragehand, ku îtiyad metirsiyeke cidî ye li ser jiyana ciwan û nûciwanan.

Li gora nûçegihaniyan, Hemîd Siramî şêvirmendê sekreterê giştî ê Nawenda Xebata li Dijî MadeyêHişber di gotûbêja bi “ÎSNA”yê re ragehandiye, ku %58 ji mu’tadan, temenê wan di bin 34 saliyê, û %14 ji wan jî, di navbera 15-19 saliyê de ne, ku ew yek tê vê wateyê, ku nivşa ciwanan û nûciwanan bi riya madeyên hişber ve têne komkujkirin.

Hemîd Siramî radigehîne ku nebûna zanyariyan li ser encamên bikaranîna mewada muxedir, û strêss, bawer bi xwe nebû, û xemokî ji sedemên rûkirina xelkê li mewada muxedir e.

Navbirî piştre bas ji vê dike, ku lêkolîn nîşan didin, ku %55 ji dê û bavan, piştî 3-4 salan ku zarokên wan mewada muxedir bi kar tînin, pê dihesin, ku zarokên wan bûne mu’itad.

Nawendên berevankar ê mafê mirovan û gellek ji çalakên siyasî bi anîna belgeyan diselimînin ku tawanbarê sereke di warê tûşbûna xelkê bi madeyên hişber deshilatdarên rejîmê bixwe ne.

Li gora gotina wan, deshilatdarên rejîmê bi awayekî pilandarêtî, hewla avakirina civakek nexweş, û bê bandor dikin, û anîna madeyên hişber bo nav welat û belavkirina wê di nava ciwanan de, di çarçoveya vê pilan û siyaseta wan ya dijîgelî de ye.