Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya şehîdekî rêya azadiya kurdistanê çû ber dilovaniya xwedê

16:29 - 16 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Dayka şehîd ‘’Erdeşîr Fîrozî ‘’ Pêşmergê PDKÎ koça axiretê kir.

Li gorî nûçeya gihiştî bi malpera kurdistanmedia, roja Sêşembiyê, rêkewt 25’ê Xezelwera 1395’an ya Rojî, xanêma “Îran Şerefî’’ Diya şehîd Erdeşîr fîrozî xelkê bajarî Kamiyaranê çû ber rehma xwedê.

Îran xanim, yek ji wan şêre jinên Kurdistanê bû ku hertim bi şanazî û serbilindî ve bas ji rêbaza kurê şehîd ê xwe dikir, û hertim hêvîdar û geşbîn bû, bi azadî û rizgariya gel û nîştîman.

Şehîd Erdeşîr Fîrozî, Pêşmergê PDKî, li sala 1342’an ya Rojî, li bajarê Kamiyaranê ji dayîk bûbû.

Piştî şorişa gelên Îranê, û eşkerebûna xebata PDKÎ, Erdeşîr fîrozî çeka şerefê avête milê xwe, û bû bi pêşmerge, lê mixabin rêkewt 29’ê Gelawêja 1360’an ya Rojî, di şerekî nexwastî da şehîd bû, û gilkoya wî di gundê ‘’Şayenî‘’ de ye.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbata navbirî, û xwe bi şirîk û pişikdarê xema wan dizane.