Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Evlehiya Mirovî

21:13 - 20 Çirriya paşîn 2016

Sabir Ebdollahîzad

Beşa Çaremîn

Binpêkirina Ewlehiya Hawirdorê* (Jîngehê)

Pêşgotin


Hevdem ligel bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Hiqûqa Mafên Mirovan ya Navneteweyî û Hiqûqa Mirovdostane ya Navneteweyî an jî bi wateyeke din Hiqûqa Şer weke du şaxên girîng yên Hiqûqa Navneteweyî rastî geşedanên berbiçav hatin.

Ev du beşên hiqûqê, bi rêzik û prensîbên nû yên taybet bi demên aşitî û nakokiyan, parastina jîngeh û hawirdorê jî weke erkê serweriyê û yek ji mafên mirovan pênase dikin. Nifşa yekem(Mafên Azadiyê) û duyem(Mafên Wekhevîyê) yê mafên mirovan bi awayeke nerasterast û di çarçoveya Mafê Jiyanê de amajê bi girîngiya parastina jîngehê dikin lê yek ji çar hêmanên nifşa sêyem(Mafên Gelan/Mafên Biratiyê), Mafê Hawirdora Saxleme ku bi giştî li ser bandora dualî ya jîngeh û mirov û her wiha pêdiviya parastina hawirdorê disekine. Raporta Geşepêdana Mirov (1994) dema ku amajê bi ewlehiya mirov dike vê yekê berşav digre ku aşitî û ewlehiya navxwe û navnetewî girêdayî hawirdoreke saxlem e. Di sê beşên pêşîn yên bi sernavê Îran û Ewlehiya Mîrov de Ewlehiya çandî û Mafê Zimanê Zikmakî,Ewlehiya Siyasî û Ewlehiya Şexsî hatin pêşkêş kirin. Di vê beşê de jî hêmana çarê ya Ewlehiya Mirov bi navê Ewlehiya Hawirdorê, pênase, çavkanî û binpêkirina mafên ku di hindurê vê hêmanê de cih digrin, ji aliyê rejîma îranê ve dê bê pêşkêş kirin.

Kilîla peyvan: Hiqûqa Navneteweyî, Hiqûqa Mafên Mirovan yê Navneteweyî, Ewlehiya Hawirdorê, Mafê Ewlehiya Saxlem
Pênaseya Ewlehiya Hawirdorê
Di wêjeya hiqûqî de ji bo ewlehiya hawirdorê bi dehan pênaseyên cida tên pêşkêş kririn ku hin ji wan bingeha pênaseya xwe dixin ser peyva hawirdorê û yên din berdewamiya jiyana ciwakî ji bo pênaseya ewlehiya hawirdorê esas digrin. Lê ev rastiye nabe tu car bê ji bîr kirin ku hebûna pênaseyên cida, naverok û armancên ewlehiya hawirdorê naguhere. Ji ber ku parastina jîngehê ji bo parastina jiyana mirovahiyê pir girînge.

Mixabin Raporta Geşepêdana Mirov ji bo vê hêmanê jî tu pênaseyan pêşkêş nake, lê hiqûqzanên navneteweyî bi giştî li ser vê xalê tekez dikin ku li nav çûna jîngehê dê bibe sedemê nakokiyên taybet bi çavkaniyên xwezayî. Li ser vê esasê jî mirov dikare wê têgehê weke çarçûveya ku dewlet bikaribe têde bi awayeke domdar li çavkaniyên xwezayî û hawirdorê mifayê wergire, bêyî ku tu xisar û ziyanê bigehîne hawirdorê û jiyana mirov têxe xetereya li nav çûnê, pênase bike.

Hêmanên Ewlehiya Hawirdorê
Her wekî ku me di beşên din jî amaje pê kir, her yek ji heft hêmanên nav borî di Raporta Geşepêdana Mirov de, ku weke bingehên ewlehiya mirov tên nasîn, hin maf û azadiyan li xwe digrin ku pêwîste ji bo misogerbûna aştî û ewlehiya navxwe û navneteweyî rêz jê bê girtin. Li gor prensîbên girêdayî Mafê Mirovan û Hiqûqa Navnetewî ya Hawirdorê, Mafê Beşdariya di Biryardana di Derbarê Hawirdorê de, Mafê Hawirdora ewle, Mafê Bidestxistina Daneyên di derbarê Hairdorê de, Mafê Tezmînatên Hawirdorê, Mafê Ava Saxlem û Mafê Hewayê Saxlem, girîngtirînê wan mafane ku di hundirê Ewlehiya Hawirdorê de cih digrin.

Ewlehiya Hawirdorê di Belgnameyên Navnetewî de
Li gor daneyên Hiqûqa Navnetewî ya Hawirdorê, îro rojê mijara parastina jîngehê di naveroka zêdetirî 270\'ê peymanên navneteweyî de derbaz dibe ku nêzîk 70\'ê ji wan gerdûnî û yên din herêmî ne. Danezana gerdûnî yê Mafên Mirovan (Xala 3), peymana Navnetewî ya mafên Siyasî û medenî(Xala 6) û Peymana Navnetewî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî(Xala 12, benda 2\'yê) bi awayeke ne rasterast amajê bi girîngiya parastina jîngehê dikin. Lê Danezana Stockholmê (1972) ku weke maka Hiqûqa Hawirdorê tê binavkirin, bi pêşkêşkirina 26 pirensîbên girêdayî parastina jîngehê û bi taybet di prensîba yekê de, amajê bi bandora dualî ya mafên mirovan û havirdorê dike.

Herwiha Pêşnûmaya Peymana Navnetewî ya mafên Piştgiriyê(1982) aşitî, geşedan, hawirdor û mîrata hevpar ya mirovahiyê weke nirxên nû yên gerdûnî dide zanîn û daxwaz dike ku dewlet wan mafan jî bi fermî nas bikin. Ev belge geşekirina aborî, civakî, çandî û bitaybet hiqûqî girêdayî hawirdoreke guncav dibîne. Her li gor vê peymanê yek ji erkên bingehîn yên dewletan eve ku bi kiryar û çalakiyên xwe jîngehê têk nedin û jiyan û saxlemiya mirov nexin tehlûkeyê.

(Xalên 14 û 15) Herwisa Peymana Gerdûnî ya Xwezayê ku sala 1982\'yê weke biryara hejmar 37/7 ji aliyê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ve hat pejirandin, erk û peywirên dewlet û saziyên civaka sivîl yên di derbarê parastina jîngehê rêz dike (Xalên 14 heta 24\'ê). Danezana Rio(1992) jî li ser vê baweriyê ye ku mirovahî li navenda geşedana mayinde de cih digre û hêjayî jiyaneke saxlem û hewaheng digel jingehê ye. (Xalên 1 heta 20\'ê).

Li asta herêmî jî hin lihevhatin û peyman cih digrin ku girîngiyeke zor diden parastina jîngeh û ewlehiya hawirdorê. Weke mînak Rêziknameya Afrîkayê ya Mafên Mirov û Gelan(1981) di xala 24\'ê de hawirdoreke saxlem bi mafê gişt gel û netewan dizane û ji bo cara yekem parastina vî mafî weke erkê dewletên endamê peymanê dide nasîn. Ji aliyê din Protokola pêvek a Peymana Emrîkî ya Mafên Mirovan (1988) jî di xala 11\'ê de, Mafê Hawirdora Saxlem weke mafê gişt takekesên civakê pênase dike û bi erkê dewletên endam dizane ku bi awayeke qanûnî parastina vî mafî bikin û ji bo parastina jîngehê pêngavên pêwîst bavêjin. Hiqûqa Mirovdostane ya Navneteweyî jî girîngiyeke taybet didete mijara parastina hawirdorê. Danezana St.

Petersbûrgê (1868), Peymana Çarê ya Laheyê ya di derbarê yasa û kevneşopiyên şerê bejayî(Xala 22), rêzikêm Laheyê(1907, xala 23), Protokola pêvek ya peymanên Jenevê (1977) û peymana ENMOD(1977) jî bi awayeke rasterast hewla parastina jîngehê didin.
Ewlehiya Hawirdorê û Hiqûqa navxwe
Weke her car, dema ku mirov dixwaze di nav gola genî ya hiqûqa navxwe de li şopa hêmanên girêdayê hiqûqa navneteweyî bigere rastî astengan tê. Ji ber ku hiqûqa navxwe çavkaniya xwe li tekstên dînî digre tu car nikare xwe li gor prensîbên navneteweyî pêş bixe. Berê hatine ser kara rejîma axûndî jî tu yasayek girîng di derbarê parastina jîngehê nehatibû pejirandin. Ji bilî qanûna avakirina konseya bilind ya bajêrsazî û avasaziyê, ku armanca xwe avakirina hawirdoreke gûncav ji bo hevwelatiyan pênase dikir(xala 1\'ê) lê bê encam ma.

Tê gotin ku xala 50\'yê ya makezagona komara îslamî çavkaniya mafê hawirdora saxlem û ewlehiya hawir dorê ye lê ev xal parastina wan mafan weke erkê giştî yê takên civaka dizane û tu peywirekê ji bo serwerî an jî bi wateyeke din desthilatê berçav nagire. Herwiha li gor piraniya şiroveyên hiqûqî, di vê xalê de bi tu awayî mafê hawirdora saxlem bi wateya hiqûqa navnetewî nehatiye misogerkirin û ji bo rejîmê pêdiviyên û berjewendiyên aborî yên li jîngehê tên girtin li vê çendê girîngtire ku weke mafek ji mafên hevwelatiyan bê pênase kirin.

Binpêkirina Ewlehiya Hawirdorê ji aliyê Rejîma Îranê ve

Bê şik encama nabûna zagon an jî yasayekê ku jîngehê bi awateke fermî weke maf bide nasîn û ji bo parastina vî mafî garantiyên guncav pêşkêş bike, dê bibe rêvekerê kiryar û çalakiyên ku tenê berjewendiyên desthelatê berçav digrin û hawirdorê dikin meydana rikberiyên aborî û Siyasî. Ji destpêka hatine ser kara rejîma axûndî heya îro, linavbirina daristanên bakûrê îran û Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj zêdetir bûye.

Ji aliyê din hişkkirina bi mebest a ger û gûl û zenekên ku weke mîratên netewî tên nasîn, ber lê negirtina nêcîra bêsinor ya ajelên kivî, xemsariya li hember parastina ajelên di xetereyê de, cotkarî û avdaniye bê pergal û trajediyên weke Kanî Bel û Sûle dûkelê, bi giştî çavkaniyê xwe ji armancên nihênî yên desthilatê digrin. Ev jî di demekê de ku li gor raporên navnetewî yên girêdayî ewlehiya hawirdorê, heya dawiya 2050\'ê xezîneya ava 12 parêzgehên îranê dê bi dawî bê û dê li kêlega ewlehiya hawirdorê, ewlehiya xwarinê jî bikewe xetereyê.

Her disa li gor wan rapora îran li gor pîvanên taybet bi saxlemiya hawirdorê di nawa 146 welatan de li rêza 132yê de cih digre û du ji sêya xaka îranê dê bibe çûl û ev pirsgirêk li kêlega xirabbûna rewşa aborî ya piraniya rûniştîvanên îranê dê dibe sebebê nakokiyên dijwar di navxweyê îranê de.

Xala ku di derbarê rojhilatê Kurdistanê de pir girînge dewlemendiya çavkaniyên avê ye ku rejîm dixwaze ji bo zengînkirina aboriya parêzgehên weke Zencan, Qezvîn, Isfehan, Fars û hwd. Ev jî di demekê bikar bîne. Ev kirara şaş jî weke gişt çalakiyên neyasayî ku li hemberê rûniştîwanên Rojhilatê Kurdistanê tê pêkanîn, nayê qebûl kirin û bê şik kiryarên bi wî avayî di paşerojê de dê bibin jêdera şer û pevçûnên xurt xwedê çavkanî û bikarîneran.

Encam

Her wekî ku hate amaje pê kirin, ewlehiya hawirdorê yek ji hêmanên ewlehiya mirov e ku parastina jingehê esas digre û jiyana nifşa mirov girêdayî parastin û berdewamiya jiyana xwezayî dibîne. Ewlehiya hawirdorê girêdayî cîbicîkirina gişt wan mafane ku li jor hatin rêz kirin. Mixabin her wekî ku li yasa û kiryarên rejîmê tê fêhm kirin, Desthilata axûndî tu bihayekê nade hawirdorê û tu car parastina jîngehê weke mafê hevwelatiyan û peywira xwe nanase.

Bê şik Têkdana jîngehê, erdnîgariya xwezayî û mirovî diguhere û dibe bingeha nakokiyan û gefa li ser aştî û ewlehiya navnetewî.

Pîlan û siyasetên şaş yên rejîmê bandoreke pir xirab li ser jiyana gelên îranê dike û bûye sebeb ku pisporên hiqûqa navnetewî û karnasên jîngeh û jîngeparêz hişyariya mezinbûna pirsgirêka jîngehê bidene desthelatê.

Berdewamiya wan siyasetên şaş dê bibe sedema dubarebûna krîzên weke qeyrana hişkesaliya li Somalî û şerê dijwar li Sûriyê ku çavkaniya herdukan jî vedigere binpêkirina Ewlehiya Hawirdorê û bi taybetî Mafê Hawirdora Saxlem.

* Lêkoler di vê gotarê de peyvên Hawirdor û Jîngehê bi awayekê hevwatê bikar tîne.