Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwe Qehreman: “li “Qislan” a ser bi Kurdistana Başûr, Dr. Qasimlo serdana mala me kir, wê rojê min bo yekemîn car rêberê navdar yê gelê Kurd Dr. Qasimlo ji nêzîk ve dît ”.

21:19 - 20 Çirriya paşîn 2016

H:Arif Vêlzî

Siyaseta paqij ku li ser bingeha parastina berjewendiyên netewî bê darêtin, wê bala her kesek azadîxwaz û demokrat bo aliyê xwe bikişîne, eva ku em bi dirêjahiya pitir ji 70 sala ne ji PDKÎ dibînin û şanaziyê pêve dikin.

Bê guman siyaseta paqij û li ser bingeha parastina berjewendiyên netewî ya PDKÎ’ê, ne tenê li Kurdistana Rojhilat, belkî li parên din ên Kurdistanê jî, evîndarên xwe yên azadîxwaz û demokrat hene, ku serbarê hebûna partiyên curbicur ên Kurdistana xwe, jiyan û xebata di nava Hizba Demokrat de hilbijartine û bi şanazî ve ji derbazbûya xwe dinêrin.

Şêwe Qehreman jî yek ji hemwelatiyên Kurdistana Başûr e ku, serbarê hebûna gellek partiyên şoreşvan û azadîxwaz li Kurdistana Başûr, piraniya temenê xwe di nava refên kadr û pêşmerge û malbatên Hizba Demokrat de derbaz kiriye û rêbaza Hizba Demokrata Kurdistanê bi rêbaza Kurdatiyê dide zanîn.

Şêwe “Qadirî” keça Qehreman, sala 1962’an (1341) li gundê “Hawar” a ser bi bajarê Helebçê, di malbateke nîştimanperwer de hatiye dinê.

Şêwe Qehreman derheq bi nasyariya xwe tevî PDKÎ, ji rojnameya Agirî re weha dibêje: “Sala 1982’an (1361) ez ji rêya Şehîd Mehmûd Begê Kilaşî ve digel tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana Rojhilat bi rêberiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê nasyar derketim”.

Şêwe Qehreman herwûsa tevlîbûna xwe bi refên Hizba Demokrata Kurdistanê ve weha bas dike û dibêje: “Sala 1988’an (1367) min digel birêz Mihemed Nezîf Qadirî ku niha Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ ye, jiyana hevpar ava kir û bi wî awayî ez rasterast tevlî jiyan û xebata siyasî di nava refên kadr û pêşmerge û malbatên PDKÎ bûm, û ji wî çaxî pêve heya niha, xwediyê jiyaneke pir ji serfirazî û welatparêzî bûme ku hertim cihê şanaziya min e”.

Şêwe Qehreman derheq berhema jiyana xwe ya hevpar dibêje ku: “Berhema jiyana min digel Mihemed Nezif Qadirî 3 keç û Kurek in.

Zaroka me ya yekemîn Jiyar e ku Zankoya Pizişkî ya Herwlêrê bidawî aniye û niha li nexweşxaneya Raperîn a bajarê Hewlêrê pizişk e. Zaroka Duyemîn Tewar e ku Endaziyariya Petrolê li Hewlêrê bidawî aniye û li bajarê Hewlêrê dirûnê. Zarokê me yê Sêyemîn kurê me yê taqane Hejîr e ku niha mijûlî xwendina sala Çaremîn a taya “Busines”ê li zankoya Amerîkî li bajarê Silêmaniyê ye, û herweha zaroka me ya Çaremîn jî keça me yê biçûk Hêlên e ku niha sala Pêncem a qonaxa amadeyî li bajarê Koyê dixwîne”.

Şêwe Qehreman roja herî xweş a jiyana xwe ya di nava şoreşê de weha tîne ziman: “Du heftî bûn bi ser pêkanîna jiyana me ya hevpar de derbaz dibûn, mala me û bi giştî hêzên Başûrê Kurdistana Rojhilat, li “Qislan” a ser bi Kurdistana Başûr bûn, Dr. Qasimlo serdana mala me kir, wê rojê min bo yekemîn car rêberê navdar yê gelê Kurd Dr. Qasimlo ji nêzîk ve dît, birastî eva roja herî xweş a jiyana min bûye heya niha, û hertim tê bîra min”.

Li hember de Şêwe roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Mixabin gellek bi ser serdana Dr.Qasimlo bo mala me re derbaz nebibû ku, nûçeya teror û şehîdkirina Dr.Qasimlo li Qislanê belav bû, bihîstina nûçeya şehîdketina Qasimloyê navdar û nemir, bo min pir zehmet û bijan bû, û ez gellek aciz kirim, ew roj, roja herî nexweş a jiyana min bûye heya niha”.

Şêwe Qehreman piştî bi salan jiyana di nava refên pêşmergên PDKÎ, çavnihêriya xwe ji partiya xwe weha tîne ziman û dibêje ku: “Çavnihêriya min ji Partiya min eva ye ku, rêz ji wan kesan bê girtin ku xizmeta armancên şoreşa Kurd li Rojhilat û Kurdatiyê bi giştî kirine û hevdem xebata xwe heya gehîştin bi armancên şehîdan berdewam bike”.

Şêwe Qehreman di dawiyê de rû li jin û keç û dayîkên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Daxwaza min ji hemû jin û keç û dayîk û bi giştî xortên welatparêz eva ye ku, rê û rêbaza Kurdayetî û PDKÎ bigirine pêşiya xwe, û di çeperên berxwedan û xizmeta vê partiya xebatkar de, xizmeta gel û nîştimana xwe bikin, da ku pêşerojeke geş ji jiyana siyasî û civakî bo xwe û malbatên xwe berhev bikin”.