Kurdistanmedia: Di hevdîtineke şandeke Komîteyên PDKÎ û JINAN ligel Partiya Sosyalîsta Gel a Danîmarkê (SF) de, dîroka avabûn û armancên PDKÎ bona çareserkirina pirsa kurd li Kurdistana Rojhilat û qonaxa nû ya xebata Kurdistana Rojhilat (Rasan) û dijberîkirina rejîma Komara Îslamî ya Îranê ligel xwestek û daxwazên neteweya kurd ketin berbas.
Hevdîtin roja pêncşem, 24.11.2016an pêk hat. Şanda Komîteya PDKÎ ji Selam Sidîqî berpirsê Komîteya PDKÎ li Alborgê û Şeyda Salihzade berpirsa Komîteya JINAN ligel Qumrî Salihzade endama PDKÎ, serdana Partiya Sosyalîsta Gel a Danîmarkê (SF) kirin û ligel berpirsyarên vê partiyê li Alborgê ‘Yens Toft Nilsen’ û ‘Yeqûb Kilîvagêr Vêstagurd’ civiyan.
Berpirsê Komîteya PDKÎ li Alborgê, dîroka avabûn û armancên PDKÎ bona çareserkirina pirsa kurd li Kurdistana Rojhilat xistin berbas û bi hûrî li ser rasana Kurdistana Rojhilat û dijberîkirina rejîma Komara Îslamî ya Îranê ligel xwestek û daxwazên neteweya kurd axivî.
Berpirsa Komîteya JINAN jî behsa rolê jinan di xebata netewî û çareserkirina pirsên civakî li Kurdistanê û derveyî welat jî kir.
Salihzade behsa rola Yekîtiya JINAN û çalakiyên vê saziyê bona perwerdekirina malbatî, rêvebirina civîn û semînara, ji aliyê kesên pispor û şareza yên civakî û derûnnas û herwiha perwerdekirina zarokan û pêşdebirina zimanê dayîkê li Danîmarkê kir û tekez jî li ser rola ciwanan bo pêşeroja civakê û bi tayber li diyasporayê kir.
Şanda Partiya Sosyalîsta Gel a Danîmarkê keyfxwebûna xwe ji vê hevdîtinê anî ziman û li ser dostîniya kevnar a her du partiyan tekez kir û li ser hemû xalên ketî berbas derbarê xebata gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê û PDKÎ û saziyên ser bi vê partiyê piştgirî kirin.
Şanda vê partiyê daxwaz kirin hevdîtinên wan b erdewam bibin û li ser hevkarî û peywendiyên du alî tekez kirin.