Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameke PDKÎ li “Jawero” yê koça dawiyê kir

16:22 - 28 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Endameke Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li herêma Jawero ya ser bi bajarê Sine, çû ser dilovaniya xwe.

Roja Înê berwarê 25’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, Asiye Ehmedpûr, keça Silêman, xelkê gundê Tengîser a ser bi devera Jawero yê, di temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

Asiye Ehmedpûr her di despêka xebata eşkere ya PDKÎ de li herêma Jaweroyê, bûye endamê Hizba Demokrata Kurdistanê û bi dilsojî û mandînenasî ve, heya dawiya jiyana xwe, kar û erkên xwe yên Hizbî birêve birine.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, di vê derheqê de sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên Asiye Ehmedpûr û xwe di xem û kovana jidestçûna wê de pişikdar dizane.