Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dostekî mêjîn yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê koça dawî kir

21:53 - 30 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Dostekî mêjîn yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê di navçeya Bukanê de bi sebeba rawestana dil koça dawî kir.

Li gor nûçeya ku gîhiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Soltan Soltanî kaderwêşî,dost û alîgirê mêjve yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ku birayê şehîd Rostem Mehmûdî ye, û xelkê bajarê Bukanê ye, di roja Yekşemiyê 7’ê Sermawerzê bi sebeba sekinîna dil koça dawî kir.

Kekê Soltan piştî şoreşa gelan a Îranê weke binemaleyeke PDKÎ û alîgirê Partiya Demokrat bi sebeba çalakî û pêwendiyan, du salan di di girtîgehê de dimîne, û piştî azadbûyîna ji girtîgehê û şehîdbûyîna birayê xwe yê mezin ango kekê Rostem Mehmûdî, cuda ji serperestiya malbata xwe, erka xwedankirin û parastina zarokên birayê xwe jî, li stûyê xwe digire.

Navbirî heyanî demjimêrên dawiyê ên jiyanê bi rêbaza şehîdên gel û welat wefadar û girêdayî bû, û hemû demî bi serbilindî behsa şehîd bûyîna birayê xwe dikir.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê sersaxiyê li binemale û zixm û kes û karên navbirî dike, û xwe şerîkê xemên wan dizane.