Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 70’ê hezar kes ji Helebê aware bûn

16:01 - 1 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Di encama bombebarana Helebê de 10 kesên din hatine kuştin. Ji ber bombebarana di Helebê de xelkê derdorê neçar man mal û cihên xwe bicih bihêlin.

rêjeya awareyên bajarê Helebê li Bakûrê Sûriyê, her ku diçe zêdetir dibe. Saziya Çavdêr ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku nawenda vê li Birîtanyayê ye ,daye zanîn ku tenê di çend rojên derbazbûyî de, bi sedema agirbarana topxane û balafiran, zêdeyî 70 hezar kes aware û koçber bûne.

Herwaha di roja Çarşemiyê 30’ê Çiriya Paşîn, di Rojhelata Helebê de 21 sivîl ku di nav de zarok jî hebûn, di encama taopbaranê de hatine kuştin, û bi dehan kes jî birîndar bûne. Çalakên Mafê Mirovan di vê derheqê de rejîma Sûriyê berpirs dibîne.

Herwaha tê zanîn ku 45 kesên din yên sivîl, ku xwestine ji herêma di bin kontorola rejîma Esed de derkevin, ketine ber bombebarabna balafirên rejîma Esed.

Nûçegihaniya fermî ya Sûriyê “Sana” radighîne ku: “Ji ber bombebarana topxaneyên terorîstan, ku deverên kontrolkirî ji aliyê Artêşa Sûriyê ve kirine armanc, 8 kesên din hatine kuştin ku 2 kes ji wan kuştiyan zarok bûne.

“Ramî Ebdollrehman” berpirsê saziya Çawdêr ya Mafê Mirovan a Sûriyê, daye zanîn ku di çend rojên derbazbûyî de zêdeyî 30 hezar kes ji xelkê Helebê derbazî navçeyên kurdan bûne, û 15 hezar kes jî derbasî navçeyên di bin kuntirola hêzên şoreşvan de.