Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NY derheq îşkenceyên di Tirkiyê de, Tirkiye rexne kir

16:24 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdstanmedia: Nûnerê taybet yê NY ku bona lêkolînê çûbû Tikiyê, da zanîn ku dewleta Tirkiyê zext û îşkenceyeke giran li ser xelkê navçeyê disepîne.

NY û Şêvra Yekîtiya Ewropayê di derheqê binpêkirina mafê mirovan de, dewleta Tirkiyê rexne dike. Nîls Moyîsnîk, Komîserê Şêvra Yekîtiya Ewropayê daye zanîn ku dewleta Tirkiyê di cihên Kurd tê de akincî ne, mafên mirovan binpê dike.

Herwiha di vê raporê hatiye ku, dewleta Tirkiyê mafê jiyanê ji xelkê Kurd re nas nake.

Berpirsên dewleta Tirkiyê piştî kûdetaya şikestxwarî a 15’ê Tîrmehê berdewam radigehînin, ku ew şerê lidijî terorê dikin, lê vê yekê ret dikin ku wan girtî îşkence kiribin.

Heyanî niha dewleta Tirkiyê bi dehan hezar kesî destbiser kirine, û gellek çapemenî, televîzyon, radiyo û rojname jî daxistine.

NY daye zanîn ku: “Dewleta Tirkiyê piştî kûdetaya şikestxwarî, lêdan, îşkence û tundûtijî, ji xwe re weke maf zaniye, û di girtîgehan de, bi awayekî sîstematîk girtiyan îşkence dike.”

Komîserê Şêvra YE herwisa daye zanîn: “Ew tundûtîjî li ser xelkê Kurd zêdetir hatiye meşndin, û hêjayî gotinê ye, ku xelkê herêmê bi mehan nekarîne ji malên xwe derkevin”.

Rêxistina Çavdêr a mafê Mirovan, polîsên dewleta Tirkiyê bi îşkence û binpêkirina mafê mirovan tawanbar dike, û gellek dosiyeyên wan îşkence û zextan jî, li ber destê vê rêxistênê ne.