Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Yemenê bo Şêvra Ewlekariyê: Rê ji şandina çek û teqemeniyan ji Îranê bo Hûsiyan bigirin

16:30 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve ya Yemenê bi fermî daxwaz ji Şêwra Ewlekriyê ya ser bi “NY” kir ku, “Pirçekkirina çekdarên Hûsiyan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, pirotesto bikin”.

Wezareta Karê Derve ya Yemenê di daxûyaniyeke fermî de, daxwazê ji Şêvra Ewlekariyê dike û dibêje ku, “Şêvra Ewlekariyê ya ser bi NY gerek pêngavên hewce bona rêgiriya ji dabînkirina çek û teqemeniyan bo çekdarên Hûsiyan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê, avêje”.

Wezareta Karê derve yê Yemenê herweha daxwazê ji Şêvra Ewlekariyê dike ku pitir ji vê ku heye, rê nehê dayîn ku eziyet û azara xelkê Yemenê bê dayîn.

Her di vê derheqê de “Cona Liyo” rêveberê beşa operasyonê ya nawenda lêkolînên çek û teqemeniyan tekez kir ku, “Piraniya şahid û dêkyomêntar îsbat dikin ku, rejîma Îslamî ya Îranê, di şandina çek û teqemeniyan bo çekdarên Hûsiyan li Yemenê, roleke sereke dilîze”.