Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi dehan kirêgirtiyên din ên ser bi rejîma Îranê li Helebê hatine kuştin

16:33 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Televizyona “Oriyênt” a ser bi opozisyona Sûriyê ragehand ku, “Wan kariye hewlên terorîstên Spaha Pasdarên rejîma Îranê bona kontrolkirina çend taxên bajarê Helebê, pûç bikin û bidin sekinandin”.

Roja Înê berwarê 2’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, televizyona Oriyêntê di raporekî de eşkere kir ku, pitir ji 30 çekdarên ser bi rejîma Beşar Esed û Spaha Quds a Pasdarên rejîma Îranê, di dema êrîşa bo çend taxên “Bostan El-Qesr” û “Kerem El-Tereb” û “Şêx Se’îd”, ji aliyê hêzên opozisyonê ve hatine kuştin.

Opozisyonê herweha eşekere kir ku piraniya binke û baregehên ku artêşa Sûriyê li taxên Seken El-Şebabî û El-Me’seraniye kontrol kiribûn, careke din xistine bin kontrola xwe de.

Oriyêntê herweha tekez kir ku hêzên ser bi rejîma Îranê, di dema êrîşa bo ser taxên El-Behûs û El-Ramûse û Selahedînê jî, zirarên zêde yên canî û malî dîtine.