Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan di siyaseta xwe ya nû de, dijatiya kûr ya destêwerdanên Îranê di herêmê de dike

16:35 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Enstîtuya Firansa bo Rojhilata Nêzîk, korrek bo Pr. Stêfwan Lakrowa, mamosteyê zanistên siyasî bi rê ve bir, û navbirî tê de bas ji xalên girîng ên stratejiya siyasetên Erebistanê kir.

Enstîtuya Firansa bo Rojhilata Nêzîk, roja Pêncşemî berwarê 1’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, demjimêr 5’ê êvarî, korreke siyasî û zanistî li bajarê Hewlêrê bo pirofisorê alîkar, Stêfwan Lakrowa lidar xist, ku tê de çendîn kesatiyên siyasî û balyozê Firansayê li Hewlêrê û çendîn kesatiyên akademîk pişikdar bûn, û herweha heyeteke PDKÎ bi serperestiya Kerîm Perwîzî jî tê de beşdar bû.

Pr. Lakrowa di korra xwe de, bas ji lêkolînên xwe derheq bi cîhana Ereb û welatê Misrê û bitaybetî Erebistana Si’ûdiyayê kir, û piştre tekezî li ser siyaset û deshilatdariya Erebistanê kir.

Navbirî di gotinên xwe de, serbarê vê ku îşare bi stratejiya deshilatdarên Erebistanê kir ragehand ku, “Piştî vekişiyana hêzên Amerîkayê li herêmê û bitaybetî piştî deshilatdariya Melik Silêman di sala 2015’an de, deshilatdarên Erebistanê stratejiya siyasetên xwe bi awayekî darêtine ku, dixwazin bixwe rasterast şerê berjewendiyên xwe bikin, û li dijî siyasetên rejîma Îranê û destêwerdanên vê rejîmê di herêmê de, bisekinin”.

Li gorî gotinên Pr. Lakrowa, DAÎŞ û terorîzma cîhanî ya El-Q’îdê ji aliyê Erebistanê ve weke metirsî û gef tên hesibandin, lê ji vê yekê bitehlûktir bo wan, deshilata îdolojîk ya rejîma Îslamî ya Îranê ye.
Piştî demjimêr û nîvekî, bi pirsyarên beşdaran, û bersivdana korrgêr, vê korrê dawî bi karên xwe anî.