Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî “Rasan”ê koça dawî kir

16:36 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Êvariya roja Pêncşemiyê dayîka şehîdê “Rasan”ê, şehîd Seyîd Umer Husênî, ku di dema destanrêsiya “Qereseqel”ê de şehîd bû, koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, “Xezal Mon’êm” keça mela Seyîd Kerîmê Bêjawê, diya şehîdê “Rasan”ê, şehîd Seyîd Umer Husênî xelkê Bêjawê ya Şinoyê, di temenê 70 saliyê de, êvariya roja pêncşemiyê 11’ê Sermaweza sala 1395’an (01.12.2016)’an, koça dawiyê kir.

Rehmetî “Xezal” yek ji wan şêrejinên Kurdistanê bû, ku bi rûsorî ve zarokên xwe perwerde kirin, hertim bi şanazî ve bas ji şehîdê “Rasan”ê, şehîd Seyîd Umer Husênî ê kurê xwe dikir.

şehîdê “Rasan”ê, şehîd Seyîd Umer Husênî, kurê Seyîd Qadir, xelkê gundê Bêjawê ya ser bi navçeya Şinoyê, di sala 1353 (1974)’an, di malbateke navdar a Şinoyê de ji dayîk bû.

navbirî di sala 1378 (1999)’an de, heya sala 1380 (2001)’an, di nava refên pêşmergeyên PDKÎ de cih girt. Her di vê salê de, bo Nawenda 3 a Kurdistanê hate şandin.

Piştre şehîdê “Rasan”ê, şehîd Seyîd Umer Husênî bo karê hizbî, ji aliyê PDKÎ ve, bo navxwe ya welat hate şandin.

Piştî salek kar û tekoşînê navbirî ji aliyê rejîmê ve hate destbiserkirin, û girtina dirêjheyam bi ser de hate sepandin.

Şehîdê “Rasan”ê, şehîd Seyîd Umer Husênî piştî du salan di sala 1382 (2003)’an de, îzin pê hate dayîn ku serdana malbata xwe bike, lê navbirî xwe gehande nava refên PDKÎ.

Piştre navbirî çû Swîdê. Piştî wergirtina “Îqame”ya xwe, dirêjî da karê hizbî. Piştre bû endamê Komîteya Orubiruyê, û herwisa bû endamê Yekîtiya Kurdan.

Cara dawî piştî biryara PDKÎ, bona girêdana xebata çiya û bajar dev ji xweşiya jiyana Ewropayê berda, û xatirê xwe ji hevjîna xwe û keça xwe ya xweşkok xwest, û vegeriya Kurdistanê, û xwe bi yek ji binkeyên PDKÎ li ser sînorên Kurdistanê da nasandin, û çeka şerefê ya pêşmergatiyê hilgirt. Piştre digel şêrekurên Şinoyê, vegeriya navxwe ya welat, û di dema destanrêsiya Qereseqelê de, bi awayekî qehremanane bergirî ji baweriya xwe ya pîroz û ji xelk û xaka Kurdistanê kir, û selimand ku azadîxwazbûn di nava dil û xwîna wî de ye, û sînoran nas nake.

Dema ku wî daxwaza vegeriyana bo nav Kurdistanê û wargehê bav û kalên xwe kir got: “Rêberên pêşeng û mamostayê me, em hîn kirine ku bi şehîdbûna hevçeperên me, morala me naherife, û pêngavên me sist nabin, û em nagrîn, belkû emê xebata xwe bihêz û çeperên xwe jî avedantir bikin, û me baweriyeke kûr bi vê heye, ku: “Neteweyek ku azadiyê bixwaze, dibe nirxa vê azadiyê jî bide”.

PDKÎ tevî daxbarbûna xwe seba koça dawiyê ya “Xezal” a rehmetî, sersaxiyê dibêje xizm û kes û karê navbirî, û xwe hevxemê wan dizane.