Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dana pereyê bi zorî, pêsîra dersxwanên Seqizê girtiye

20:55 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Îdareya Perwerdehiyê ya bajarê Seqizê li parêzgeha Sine, di daxuyaniyekê de, daxwaz ji dersxwanên vî bajarî kiriye ku qasî 70 hezar Tûmenî, wekî alîkarî bidin xwendingehê.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”, serbarê kêmiya dahata hevwelatiyan li bajarên Kurdistanê, îdareya Perwerdehiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji malbatên dersxwanên vî bajarî kiriye, ku 70 hezar Tûmenî bidin xwendingehê.

Di vê daxuyaniyê de, qala vê hatiye kirin, ku ew qas pere di heft qonaxan de, û di her qonaxekê de, wê 10 hezar Tûmenî bidin xwendingehê.

Hêjayî basê ye ku pêştir jî di destpêka demsala nû ya xwendina îsal de, Îdareya Perwerdeya bajarên Melekşahî ya parêzgehas Îlam û bajarê Bokanê di dema navnivîsiya dersxwanan de, bi wan ragehandiye ku her dersxwanek hewce ye ku qasî 100 hezar Tûmenî wekî alîkarî bide xwendingeha van du bajaran de.

Xemsarî û dabînnekirina têçûya xwendingehê bo Perwerdehiyê, ji aliyê rejîma Îranê ve, di heyama çend salên borî de, bûye sedema zorbûna wergirtina perê neqd, ji dersxwanan bi taybetî di Kurdistanê de, û herwisa daketinan asta heqdestê mamostayan.

Di heyama çend salên borî de, wergirtina pere ji dersxwanan bi awayekî berfireh di xwendingehên Îranê û bi taybetî di xwendingehên Kurdnişîn ên Îranê hebûye, û heya di piraniya ciyan de jî, dersxwan bixwe sotemenî digel xwe birine xwendingehê.

Li gora yasaya bingehîn ya welatê Îranê, xwendin bo zarokên “wacib Tehsîl” belaş e, lê di piratîkê de, xwendingehên dewletî bi hêcetên cur bicur di piroseya xwendinê de, û li jêr navê birêvebirina dewreyên fêrkariyên xeyrî dersî, pere ji dersxwanan werdigrin.