Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesatiyekî nîştimanperwer li Selmasê koça dawiyê kir

20:56 - 3 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Hacî Ehmed Îlxanî kesatiyê welatparêz yê bajarê Selmasê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê “Kurdistamedia”yê, roja Pêncşemî berwarê 1’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, Hacî Ehmed Elîxanî, xelkê gundê “Nizarava” di temenê 82 saliyê de koça dawiyê kir.

Hacî Ehmed yek ji kesatiyên welatparêz yê derdora Selamsê bû ku, ne tenê bi xwe, belkî xwediyê malbatekî welatparêz û Kurdperwer bû.

Malbata Elîxanî xwediyê çendîn Têkoşeran in di refên PDKÎ de.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê gellek caran hewil dane ku bi zext û givaşên xwe, Hacî Ehmed Elîxanî bixe bin bandora pîlanên xwe, da ku bikare ji rêya wî we, xelkê deverê çekdar bike, lê Hacî Ehmed Elîxanî bi hestkirina bi berpirsatiya xwe ya netewî, hertim welatparêz ma, û tu carî neçû jêr bandora zext û givaş û xwastekên rejîma Îslamî ya Îranê.

Hizba Demokrat seba koça dawiyê ya Hacî Ehmed Elîxanî, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wî, û xwe di xem û kovana jidestçûna navbirî de, bi şîrk û pişikdar dizane.