Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Behriyênê hukmê îdamê, û hepsa ebed a 10 girtiyên bi tawana bombedanînê pejirand

14:36 - 5 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Dadgehê di Behriyênê de roja Sêşemiyê sê hukmêm îdamê, û 7 hukmên hepsa ebed ku girêdayî bi bombedanîna di sala 2014’an de bû pejirand, lê pêdaçûna bi ser keysa Şêx Elî Selman,rêberê cema’eta Vefaq paş xist.

Di derbarê girtiyên ku hukma wan di roja Yekşemiyê di dadgehê de hatiye pejirandin, nûçeghaniya Firansayê belav kiriye ku ew kesên ku di gundeke Rojava ya Mnamê de, di Adara 2014’an de, bombe danîbûn, bûne sedema kuştina 2 polîsên Behrêyînî û berpiseke Êmaratî.

wan tewanbaran, berê bi hukmê dadgehê, mafê xwe yê hemwelatîbûnê ji dest dabûn.

Her wê dadgehê, dosyeya rêberê Şi’eyên Behrêyînê, Şêx Elî Selman bo roja 22’ê sermawezê hêla.

Behrêyîn di Çiriya Paşîn a 2014’an kêmtir ji du salan berî niha, rêberê cema’eta Vefaq, Şêx elî Selman destbiser kir. Ew di destpêkê de bi 4 sal girtêgehê hatibû mehkûm kirin, lê belê dadgehê careke din ew di bihara îsal de, bi 9 sala girtinê mehkûm kir.

Di dawiya Rezbera îsal de Dîwana Bilind ya Behrêyînê hukmê 9 sal hepsa ku ji bona Selman hatibû birîn red kir,û hukim da ku dadgeh careke din di derbarê tawanên wî de biryarê bide.

Di haman demî de, di civîneke din a di roja Yekşemiyê de,dadgehê hukmê hepsa ebed dabû 4 kesan, û 15 sal girtîgeh bo 6 kesên din, herwiha 14 kes jî, serbest hatin berdan.

Ew kesen bi giştî bi avakirina girûpeke çakdar bi navê “Cêyş El-Îmam” û sixorîkirin ji bo Îranê û Spaha Pasdaran tawanbar in.

Gellek nîştecihên Behrêyînê Şî’e ne, lê hakimên wî welatî Sunî mezheb in, û reftarên hikûmeta Behrêyînê digel Şî’eyan, bûye sedema vê ku gellek caran Îran wî welatî rexne bike.

Navendên navneteweyî ên parastina mafê mirovan jî, di salên berê de, seba reftarên tund ên hikûmeta Behreynê digel moxalifan, hukûmeta Behrêyînê rexne kirine.