Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar ê PDKÎ Koça dawî kir

17:02 - 13 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: ‘’Ebdulwahid Mistefapûr’’ xelkê bajarê Bukanê, bi sedema qezaya hatûçunê, canê xwe ji dest da.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “kurdistanmedia”yê: Pêşmergeyekî kevnar ê PDKÎ, roja Înê Rêkewt 19’ ê Sermaweza sala 1395’an ya Rojî, bi navê Ebdulwahid Mistefapûr,xelkê bajarê Bukanê bi sedema qezaya hatûçûnê li ser cadeya Miyandawê koça dawiyê kir.

Kekê Ebdulwahid di sala 1360’î ya Rojî, dibe Pêşmergê PDKÎ, piştre bi sedema çendcar birîndarbûnê di çendîn şerên, li dijî dijîgeliyên rejîma Komara Îslamiya Îranê ku xwe bi ser Kurdistanê de sepandine, di buhara sala 1363’an de li ser îzna PDKÎ, vedigere nav malbata xwe, û bona derbazkirina jiyana xwe ya rojane, li bajarê Bukanê û bajarê Tewrêz û Şebisterê, mijûlî kar û xebatê dibe.

Navbirî li deverê de,kesekî birumet û cihê rêz û hurmetekî xwesmanî bû. Tirba vî di nava girseya xelkê deverê, bi xaka nîştîman hat spartin.

PDKÎ pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û xizm û kes û karên navbirî dike, û xwe li xem û kuvana wan de hevpar dizane.
Riha vî bi beheşta berîn şad be.