Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ li Sikatlendê xwenîşandanek lidar xist

16:26 - 17 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Li sentera bajarê Gilasgo ya Eyaleta Silatlend a Berîtaniyayê, ji aliylê Komîteya Hizba Demokrat a Kurdiatana Îranê li Skatlendê, meşek nerazîbûnê hate lidarxistin.

Di dirêjiya kar û Çalakiyên komîteya Sikatlenê ya Hizba Demokrata Kurdistanê, li bajarê Gilasgo ya wî eyaletî, meşek nerazîbûnê, bona pirotestokirina reşegîriya xelkê azadîxwaz û herweha kuştina rasterast a kasibkar û kolberan û îşkencekirina wan ji aliyê dezgehên ewlehî ên rejîma Îslamî ya Îranê ve, hate birêvebirin.

Meşvanan herweha di xwenîşandana xwe de berfirehbûna rojane ya binpêkirina mafên mirovan di Îranê de, şermezar kirin.

Di vê meşê de bi her sê zimanên Îngilîzî û Kurdî û Farsî dirûşmên li dijî rejîma Îslamî ya Îranê hatine gotin û daxwaz ji rêkxistinên navnetewî ên mafên mirovan hate kirin ku, sînorek bona cînayetên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bê diyarîkirin û li hemberî cînayetên vê rejîmê bêdeng nemînin.

Hewceyî basê ye ku di du beşan de wêneyên rêberê rejîma Îslamî ya Îranê ji aliyê meşvanan ve hate şewitandn.