Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîrantî û Berjewendiya Hevpar

13:48 - 22 Kanûna pêşîn 2016

Sabir Ebdollahîzad

Bingeha peywendiyên di navbera dewletan di asta navnetewî û herêmî de berjewendiyên hevpar e. Bitaybet berjewendiyên siyasî ku bandoreke xurt li ser têkeliyên welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê dike ku dîktatorî û bêqanûnî taybetmendiya wan ya sereke ye. Di vê navberê de du welatên Îran û Tirkiye, weke du hêzên dagîrker di axa Kurdistanê de, xwedî rêjeyek e zor li berjewendiyên cida û hevpar in ku hin car dibin sebebê arîşe û nakokiyan û hin car jî destê wan dixin nav destê hevdu de.

Yek ji mijarên ku bandorê li ser têkeliyên wan du welaten dike, mijara netewa kurd û maf û azadiyên wan e. Beriya ku Îraq û Suriya weke du dewletên ketî bêne pênasekirin, maseya dijî Kurd xwedî çar kursiyan bû, lê îro di encama alûgorên herêmê û bitaybet xebat û têkoşana rewa a gelê kurd li Başûr û Rojava, îdî Îraq û Sûriya nikarin bi jêbera înkarê li hemberî kurdan rawestin.

Dibe ku şerê Mûsil û Helebê di leyîza siyasî a wan du welatane de herekeya dawî an bi wateyeke din kîş û mata tu hêzekê nebe, lê ev rastiyê derdixe holê ku aliyê nakokiyê heya asteke herî jor bandorê li Îran û Tirkiye dikin, û şer herî zêde, şerê berjewendiyên wan du welata ye.

Di vê çarçûvê de tiştê balkêş siyaseta nerm ya rayedarên rejîma Îranê li hemberî kiryar û çalakiyê Tirkiyê li Îraq û Sûriyê de ye. Livê jî balkêştir ev mesaj û peyam in ku di daxuyaniyên rejîmê de tên dîtin. Dema ku bi zimanê nerm yê siyasî qala têgeha ewlehiya komî tê kirin pêwîst e mirov vê pirsê bike ku kîjan gef û tehlûke vê bandorê li Îranê dike ku her car li hemberî Tirkiyê zimanê nerm bi kar bîne.

Bê şik bersiva herî rast û zelal, gefa bîrokeya avakirina Kurdistanê û diyarkirina mafê çarenivîsa gelê kurd ji aliyekê û ji aliyê din mijara parastina yekrêziya xaka wan du weleta ye. Ev tiştê ku di heyama sedsala bûrî de her car bûye sebeb ku du alî di xirabtirîn rewşa peywendiyan de jî li kêlega hevdu, qala têgeha biratiyê bikin. Ev jî tê wê wateyê ku di cîrantiya wan du dewletan de ku yek nûnertiya Şî’eyan dike, û yê din li ser esasê rê û rêbazên Sunîtiyê tevdigere, yek alîgirê mixalifeta Sûrî ye, û yek piştgiriya Şamê dike, yek Şî’eyên Îraqê dike alav, û yê din Suniyan û …hwd, berjewendiya hevpar a herî girîng parastina yekrêziya xaka welat li hemberî bizav û tevgera Kurdî li çar parçeyên kurdistanê û bitaybet li Bakûr û Rojhilat e.

Bi xurtbûna bizava azadixwaza Kurd li Rojhilat bi ser navê Rasana Rojhilat, Tirkiye kîjan berjewendiya Îranê binpê bike jî, dibe ku encam heman bêdengî û siyaset be, da ku bikaribe bi her awayî li ser kurdan de baz bide, û pêşiyê li mezinbûna gefa li ser yekrêziya xakê bi wateya Westfaliyayî bigre. Lê dîrokê nîşan daye ku serwerî tu car nikare li hember vîna gelan xwe li ser piyan bigre, û dor yan nêzîk dê encamên erênî yên Rasana Rojhilat jî bên dîtin, û pazela cîrantiyê li Rojhilata Navîn bê guhertin.