Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Soxra Qazî: “Rojên herî tal û nexweş ên jiyana min vedigerin bo roja şehîdketina Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî”.

15:09 - 22 Kanûna pêşîn 2016

Gellek malbat di Kurdistana Rojhilatê de hene ku di sedsalên derbazbûyî de, bi rojan û bi heyvan û bi salan û tenanet bi dehikan, di refên Hizba Demokrat de ku nûneratiya xebata netewî a gelê Kurd li Kurdistana Rojhilatê dike, xebata siyasî meşandine û di vê pêxemê de, serbarê terxankirina hemû temenê xwe, bigre gellek ezîz û xweştewiyên xwe jî di vê pêxemê de, gorî kirine.

Soxra Qazî ya xebatkar jî, yek ji wan şêrejinên Kurdistana Rojhilat e ku, ji malbata Pêşewayê Kurdan, Qazî Mihemed e, û her digel despêka zarokatiya xwe digel bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd mezin bûye, û di pêvajoya şoreşê di çend dehikên derbazbûyî de, berxwe daye û xebata netewî meşandiye.

Soxra Qazî keça “Mirza Îbrahîmê Qazî”, berwarê 18’ê Befranbara sala 1323’an (1945)’an a Rojî li bajarê Mihabadê hatiye dinê.

Soxra Qazî nasyariya xwe digel tevgera azadîxwaziya gelê Kurd bi rêberiya Hizba Demokrat weha tîne ziman: “Bi sedema girêdayîbûna malbata me digel malbata Pêşewa Qazî Mihemmed, ku avakerê Hizba Demokrat bû, ez di despêka nûciwaniya xwe de digel bas û mijarên têkilîdar bi Kurd û Kurdistanê nasyar bûm û min Hizba Demokrat nas kir”.

Soxra Qazî di hevpeyvîna xwe de bas ji çavaniya tevlîbûna şoreşê û jiyana xwe ya hevpar dike û dibêje: “Dema temenê min 19 salî bû wate di sala 1342’an a Rojî de, ez daketim nava jiyana hevpar digel Hesn Şerefî de, wî çaxî hesta netewî û şoreşvaniyê di nava malbata hevjînê min Hesen Şerefî de jî zal bû û min zanî ku hevjînê min jî têkilî bi Hizba Demokrat ve heye, lewra piştî derbazbûna 3 salan biser zewaca me de, min jî tevlî hevjînê xwe weke hevbîr û bawerî dest bi xebat û tekoşînê di nava Hizba Demokrat de kir. Xebat û tekoşîna wî çaxî pir bi zehmetî bû, lê piştî herifîna rejîma Pehlewî û jinûve avabûna Yekitiya Jinan, min qonaxeke nû ya xebatê dest pê kir û heya niha jî li gorî şiyan û temenê xwe, liser xebata xwe berdewam im. Berhema jiyana min digel Hesen Şerefî 2 kur û keçek in. Zarokê me yê mezin “Kamran” ê Kurê me ye ku niha li Ewrûpayê dijî û hevdem liser erkên xwe yên Hizbî berdewam e, zaroka me ya Dûhemîn keça me ya taqane “Seyran” e ku li welatê Amerîkayê akincî ye û hevdem digel jiyana xwe ya asayî, liser erkên xwe yên Hizbî jî berdewam e, zarokê me yê Sêhemîn kurê me “Saman”, naskirî bi “Karwan” e ku niha li kêleka me û di nava refên kadr û pêşmergeyê Hizbê de ye û hevdem sekreterê Yekitiya Xwendekarên Demokrata Kurdistana Îranê û endamê Cîgirê Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat e”.

Soxra Qazî çavnihêriya xwe ji Hizba Demokrat weha tîne ziman: “Hizba Demokrat malbata mezin ya hemû Hizba ne û min tu çavnihêriyek jê nine, belkî hertim vê mafê didim Hizbê ku çavnihêrî ji min û hemû endamên xwe hebe. Çavnihêriya min ji hevjînê min Hesen Şerefî ku Cîgirê Sekreterê giştî yê Hizba Demokratê ye eva ye ku, rêya xebata ku bi çendn dehikane têde tekoşînê dimeşîne, ber nede, û heya gehiştina bi armancên xwe berdewam rêwîngê vê rêbazê be, û hevdem liser hez û xweştewî û digermiya digel zarokên xwe berdewam be”.

Soxra Qazî di doma hevpeyvîna xwe de rojên herî xweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Rojên herî xweş ên jiyana min, dîtina çendîn carî ya Şehîd Qasimlû bû di mala me de, herweha rizgarbûna Kurdistana Başûr û zewicîna her sê zarokên min, serbarê wan hemû zehmetiyên ser rêya jiyana wan in”.

Li hember de Soxra Qazî rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Rojên herî tal û nexweş ên jiyana min vedigerin bo roja şehîdketina Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî. Hêjayî basê ye ku şehîdketina “Behmen” ê biraziyê min û çûne rehmetê ya dê û bavê min, û herweha birîndarketina hevjînê min di kiryarekî terorîstî de li Qendîlê, ku ji rêya teqandina tirumbêla Hizbê hate encamdan, rojên herî nexweş ên jiyana min bûn, jiber ku di dema teqandina tirumbêla Hizbê û birîndarketina Hesen Şerefî de, nîgeranê vê bûm ku Hesen Şerefî him ji destê min û zarokên min here, û him jî ji destê Hizbê here”.

Soxra Qazî di dawiyê de rû li keç û jin û dayîkên Kurdistanê dike û dibêje: “Gotina min bo dayîkan û jinan eva ye ku xortên wefadar bo gelê xwe perwerde bikin, wan ji telîka îtiyadê û tevlîbûna bi dezgehên ewlehî û serkutker ên rejîmê biparêzin. Alîkarê tevgera azadîxwaziyê û Hizba Demokrat û pêşmerge bin. Daxwaza min ji keçan jî eva ye ku asta zaniyarî û pêgihandina xwe jorde bibin, ne bo jiyana xwe ya rojane, belkî bona xizmeta zêdetir bi pêvajûya azadîxwaziyê ya gelê Kurd de, da ku dujminên gelê xwe bêtir nas bikin û tu carî pişta xwe nedin gelê xwe.