Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî dilsoz yê PDKÎ di navçeya Serdeştê koça dawiyê kir

21:15 - 2 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Endamekî dilsoz yê PDKÎ û serferazê gel, di navçeya Serdeştê de malavayî ji jiyanê kir.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemiyê 11’ê Berfenbara 1395’an Qadir Mewlanî kurê Heme Derwêş û birayê şehîd Ezîz Mewlanî xelkê gundê “Reşe Hermê” ya navçeya Homlî ya Serdeştê, di temenê 65 saliyê de koça daviyê kir.

Qadir Mewlanî di kîmyabarana Serdeştê de, du kur û keçek û hevjîna xwe ji dest dabû, û bi “Omer Xawer”ê Rojhelat bi navûdeng bû, kesayetiyeke xweşnav û cihê baweriya xelkê navçeyê bû, û weke endamekî dilsoz yê PDKÎ bi berdewamî çalak bû.

Birayekî Qadir bi navê Ezîz di sala 1358’an çeka pêşmergatiyê di nava refên pêşmergeyên PDKÎ yê de avêtibû milê xwe, û di nava hêza Mo’înî ya wê demê de hatibû rêxistinkirin, û heyanî sala 1371’an di çiyayê “Quçî” nêzîk gundê “Maraxan” di rojekê de digel 11 hevsengerên xwe di dema pevçûyîna digel Spahê şehîd bûn.

Termê kak Qadir êvariya heman rojê di nava girseya gel de di goristana Reşehermê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizim û kes û karê navbirî, û xwe şirîkê xema wan dizane.