Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lîstika bi karta dagîrkeran, daviya wê windakirin e

20:19 - 5 Kanûna Paşîn 2017

Elî Munezemî

Dîroka têkoshîna gelan bo rizgariya netewî wê rastiyê dide nîshandan ku azadîxwaz bo ku lîstika dagîrekan xera bikin, berevajî zagonên lîstika wan pêngavan hildigrin bo wê yekê ku lîstik li pey daxwazên dagîrkeran nemeşin. Ber hindê jî karîne serkevin û zincîr û qeydên bindestiyê li dest û piyên gelê xwe vekin û bi azadî û serbixwe bijîn.

Li dîroka xebata neteweya me de bo azad û rizgariyê, zaf caran rêberên me bi awayek sivik û hêsan baveriya xwe bi dijminan anîne û li pey pîlanên dijmin yên fêlbazane û durûyane livîyane û encam jî bûye shikan û sernekeftin li hember wan de. Niha û sedsala bîst û yekimîn de carek din sinaryoyên bi wî awayî li aliyê hindik hêzên kurd de tê peyrewkirin û li Rojavayê welêt de nasnameya netevî înkar dikin û hasha li Kurdistanîbûna xaka Kurdistana Rojava dikin û dibne sedemê rewayîdan bi dagîrkariyê.

Ew xeletiyên ku li serve de me bal kishande ser, ew ne xeletiyên taktîkîne, lê ew xeletiyên stratêjîkîne. Siya xeletiyek han, dikare bi dehan salan li ser xelk û welatê meve bimîne û riya serbestî azadiyê pir kêshe û zehmetî bike.

Her wek hemû aliyek agehdar e, PYD li wê daviyê de stratêja xwe bo birêvebirina Rojavayê Kurdistanê guhertiye û daxwaza federasiyona dêmokratîk bo bakûrê Sûryeyê dike. Anku navê Rojavayê Kurdistanê guherandiye û kiriye «Bakûrê Sûryeyê». Ew pisyarên ku bi sedema wan guhertinan bo meriv têne pêsh ewane: Gelo PYD bi hilbijartina wê stratêjiyê dixwaze Rojavayê Kurdistanê ber bi kîjan qederêve bibe? Gelo PYD chi hilbijartinek din li ber dest xwe de hebû û li ser binetara kîjan zaniyariyan ew pêngava rakiriye?
Di wê gotarê de yê cehd bêkirin ku shiroveya rewsha aloza Rojavayê Kurdistanê bêkirin û wênayek li kar û riftara akterên cihgirtî li hember hindek bijardeyên xûya de cihgirtî were dan chawa bi zanîn li ser her yek li wan bijardeyan, tishtekê hildibjêrin ku dibe sedemê înkara hebûna wan.

Ew bash haya wan jê heye ku têkdana tixûbê welatê xwe bo ku tixûbên qelp yên welatên dagîrker werin parastin, li bashtirîn rewshê de dikare wek gelfiroshiyê were hesibandin. Ew bi wî awayî nikarin hebûna xwe biparêzin. Eger hebûna xwe jî biparêzin, dûrahiya di navbera wê xwe parastinê û bindesiya dûbare, zor kêmtir li wê yekê e ku ewan hizir jêkiriye. Bi wê hilbijartinê dîsa pêjna lingê celadan tê guh û bindestiyek domdar û dîsa kushtina shehîdên Kobaniyê ku xevnên zarokên ehûrayî têkdide. Chi nexweshe ku Rojavayê welatê xwe pêshkêsh bikî da ku bibe Bakûrê welatek din. Xwekêmdîtin bûye kultûrek beredayî û li rastî de «bêkultûrî». Li ciyê hindê ku axayê xwe bin, pêshtirîtiyê didne hindê ku xulamokê bîhaniya bin. Chima wisa fêrbûne? Chima wisa hatine perwerdekirin? Azadî û serbestî jî li hember bijardeyên shash de shermezar dibe.

Gelo lîstikvanên sereke di Rojavayê Kurdistanê de ku dibin sedemê wê yekê ku kartêkerî hebin li ser PYD bo ku bijardeyekê bo xwe destnîshan bike kîjanin?

Em dikarin wan lîstikvanan bi wî awayî parvebikin:

•Lîstikvanên Kurdistanî: ku pêktên li partiyên Rojavayê Kurdsitanê û PKK li Bakûrê Kurdistanê û PDK û YNK li Bashûr.

•Lîstikvanên herêmî: Dewletên dagîrker wek Îran, Turkiye, Sûrya û hêzên opozisiyon ên Sûryayê û DAISH.

•Lîstikvanên navnetewî: DYA û Rûsiya.

Her wek ku hemû dizanin, li destpêka serhildana sherê navxweyî li Sûryeyê, rêjîma Esed piranîya hêzên xwe yên dagîrker li Rojavayê welatê me vekishand û PYD wek hêzek xwedî bandor xwe organîze kir û desthilat li wê parcheyê Kurdistanê girte dest. PYD di heyamê wan chend salan li desthilatdariya xwe de zaf kar kirine ku hem karên erênî bûne û hem jî karên neyênî ku dijî berjevendiyên netewî bûne. Eger chi PYD karî modêl nû li birêvebirinê peya bike û hemû grûpên olî û îtnîkî têde pishikdar bike û jin têde rolek bilind bilîzin, lêbelê li ber ku ew sîstima sîstimek tek-partî bû, partiyên din ku ramanên ne wek ramanên PYD hebûn, di wê sîstimê de cih negirtin û li ber hindê jî ewê sîstimê shert û mercên sîstimek dêmokratîk winda kir. Ez baverim ku eger ew sîstima daxistî neba û partiyên din jî mecala pishikdariyê têde hebana, îro em shahidê wê yekê nedibûn ku Encumena Damezrîner ya Sîstima Federasiyona Bakûrê Sûryeyê bi hêsanî înkara nasnameya pishkek li xelkê kurd û percheyek li xaka Kurdistanê bike û wisa bidin eyankirin ku dema projeya netewî xelas bûye û dibe cihê xwe bide bi projeya «Civaka Dêmokratîk».

Ew yeka jî li siyasetên PKK ve hatiye wergirtin, li ber ku PYD li siyaset û felsefeya wê partiyê îlhamê distîne. Li hember wê siyaseta PYD ku li aliyê zaf partiyên Kurdistanî li Rojavayê welêt, wek partiya pêshverû û ENKS\'ê ku siyaset û ramanên wan li siyasetên PDK ê li Bashûrê welêt nêzîkin, dijberî têkirin û ew yeka wek siyaseta li holê rakirina projeya netewî û wek xeletiyek dîrokî hate nasandin. Hêjayî gotinêye ku ew partiyên dijberî wê siyaseta PYD, sexmeratî wê yekê ku xwediyê hêzên pêshmerge ne, lê hêzên xwe li Bashûrê Kurdistanê ragirtine û naxwazin bi derbazbûna wan hêzan pevchûn û sher li gel hêzên PYD chêbibin û kurd tê de zerermend be û bi riya sherê birakujiyê cihê xwe li Rojava de wekin. Îbrahîm Biro, serokê ENKS ê chendîn caran li hevpeyvînên xwe amaje bi wan tehlûke û neheqiyan kiriye.

PYD û Encumena Damezrîner ya Sîstima Federasiyona Bakûrê Sûryeyê ku daxwaz li partî û aliyên din jî dike ku pishikdariyê bikin di wê projeya wan de, armanca wan ne pishikdariyek dadmend, lê li ber revayîdan bi kiriyarên xwe ye. Her rast li ber wê hindê ye ku partiyên din nekarîne heya niha li tenishta PYD û li yek sîstimê de kar bikin.

Xûyaye ku PYD bêy ku guh bide reaksiyûn û kiriyên wan partiyan biryar daye ku li riya Encumena Damezrîner ya Sîstima Federasiyona Bakûrê Sûryeyê ve navê Rojavayê welêt jêbibe. Yanî ew bijartina PYD ne li ber xatirê bijarde û karên partiyên kurdî, lê li ber bijardeyên aliyen din yên kartêker li meydana siyaseta Sûryeyê û Rojava de ye.

Heya niha jî vekishandina hêzên dagîrkerên Sûryayê li Rojava û radestkirina Rojavayê welêt bi PYD û girêbestên navbera wan ne-zelal in. Li pêshxwegirtina wê bijardeyê li aliyê wan her du aliyan ve, dikare bizivire bo peyvendiyên PKK bi dewleta Sûryayê ve li aliyekê ve û peyvendiyên PYD bi PKK re li aliyek dinve.

Niha jî ku agirbest bo sherê Sûryeyê tê kirin, karbidestên Sûryeyê chendîn caran dawa li PYD kirine ku carek din Rojavayê Kurdistanê li gorî rêkevtina di navbera wan de heyî, radestê wan bike. Jêbirina navê Rojavayê Kurdistanê dikare li ber hegeran hanekî be.

Nabe were ji bîrkirin ku PYD bi afirandina destana mêrxasiyê li Kobaniyê û sekinîna hember DAISH\'ê karî bala zilhêzên wek DYA û Rûsiyayê bikshîne ser xwe û hindek alîkariyê jî li DYA werbigre. Lê niha ku DYA hemû fokusa xwe xistine ser sherê Mûsilê û li aliyek din jî ew guhertinên ku li ser siyasetên xwe de anîne pishtî hilbijartina serokkomariyê, meydana Sûryayê bo Îran, Rûsiya û Turkiyayê cih hêshtin û ew bûne lîstikvanên sereke. Hîch yek wan lîstikvanan jî dostên kurdan nînin. Diyare ku Îran û rêjîma Esed û hêzên opozisiyon li Sûryayê ûTurkiya dijminên kurdan e. Rûsiya jî li ber ku Turkiyayê razî bike û PYD û kurd jî tenê ciyê tirsê bûn bo dîspot Erdoxan, diyare ku hemû alî bi hêsanî dikarin chavên xwe li hember daxwaz û mafên kurdan bigrin. Ewê yekê dikare tirsek cem PYD chêkiribe û ew jî teshvîq kiribin ku zû guhertinan li bijardeyên xwe de bikin.

Helbet PYD li pêkhatina wan tehdîdan de bêtexsîr nine. PYD ew delîveyên ku li ber dest de hebûn bo chêkirina yekgirtinek netewî li Rojavayê Kurdistanê de bikar neanîn ku bikaribe hegera hebûna xwe û kurdan biselimîne. Niha jî li ew dema kurt de ku PYD li ber destan de heye, eger wê fersendê bikar neyîne bo ku aliyên din li hêzên kurd razî bike û hemû bi hevre pêdagirî ser nasnameya xwe bikin lê xwedî derkevin, bi qewlê kurdan gotî: Hemû yê bi hevre av û av herin. Ez hêvîdarim ku qet rojek wisa nebînim.