Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizra Neteweyî Di Gotara Melayê Cizîrî de (1570-1640z)

13:10 - 7 Kanûna pêşîn 2016

Xalid Cemîl Mihemed

Beşa 2


Cizîrî di pesindana Şerefxanê Azîzî de kûr û dûr çû, wiha jî hestên xwe yên kurdperweriyê nîşan dan û dida lavan ku Mîr di parastina Xwedê de be, hevdem ew dixiste asta şehinşahên payebilind, ku ji asta sultan û padîşahên Osmanî û Farisan bilindtir be û desthilata wî hemû herêmên Kurdistanê û derdora wê li xwe bigire, heta bi tevaya Iqlîmê Çarem, êdî bi hêviyên mezin û baweriyên xurt pesnê Mîr da û got:

Ey Şehinşahê Mu\'ezzem Heq nigehdarê te bî
Sûreê (Inna Fetehna) dor û madarê te bî
Daîmen menzilgeha sûra te bit burca şeref
Tali\'ê ferxende û bextê se\'îd yarê te bî
Mahitaba dewletê yek pertewek şem\'a te bit
Afitaba ref\'etê berqek ji enwarê te bî
Lami\'ê fetha ezel berqê ji ber tacê te dit
kewkeba se\'da ebed necmek ji seyyarê te bî
Rayeta fethê ji nesra te ku her menşûri bû
Şehsiwarê ferri subhanî \'elemdarê te bî
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Ger çi der Iqlîmi Rabi\' hate textê seltenet
Padişahê hefti iqlîman selamkarê te bî
Çîmena sultaniyê yek lale yek baxê te bit
Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî
Şahi pur heybet didêrit lê bi sehmê zêde yî
Sa\'eta xeflet xuyabî kûz di bin barê te bî
(652-656 العقد الجوهري)

Mîr Şerefxanê Azîzî dijraberiya dewleta Osmanî dikir, êdî dema Cizîrî pesnê wî dida, ev pesindan dihate wê wateyê ku Cizîrî piştgiriya Mîr Şerefxan dike û rûbirûyî desthilata Osmanî helwesteke wî ya serkêşiyê heye, ku ew jî helwesteke kurdperwerî bû, di demekê de ku baca kurdperweriyê giran û buha bû.

Di heman çarçoveyê de, helbesteke din jî heye, Cizîrî tê de pesnê Mîr Şerefxanê Azîzî dide û dixwaze Cizîr bibe paytext û navenda cîhanê û kesên din jî derbendê dîwana wî bin û kar û xizmetê jê re bikin. Dibêje:

Xani xanan lami\'ê necma te her pur nûri bî
Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûri bî
Ma Cizîrê şubhidarê texti heft iqlîmi bit
Hem bi hukm û seltenet Eskender û Fexfûri bî
Çendekî şêrîn puser derbendi dîwana te bin
Bendi şapûrê te bin ta Xusro û Şapûri bî
Ma te umrê Xudr û Nûh û mulki Zûl Qerneyn bitin
Gunbeda çerxê Mulemme\' her bi te me\'mûri bî
Xassi teşrîfê te bin derya û derbendê Ecem
Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmûri bî
(660-664 العقد الجوهري)

Li cihekî din bi heman wateyê dibêje:
Te Fireng û Erebistan û Mecer têki sitandin
Celewê xweş vegerîn hatiye newba Ecemê
(العقد الجوهري 687)

Hêviya Cizîrî ew bû ku hemû aliyên cîhanê, di bin desthilata Mîrê Cizîrê de bin. Ne tenê bacên Kurdistanê bêne destê Mîr, lê belê hemû welat pabendiyê bi dana bacê bikin. Cizîrî got:

Mihra te pur ebter kirîn Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muslesel enberîn Çînçîn ji Çînê tête bac
Tenha ne Kurdistan didin Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin Ji Espehan têtin xerac
(العقد الجوهري 179)

Di hezarê duyem ê zayînê de, bobelatên mezin hatin serê Kurd û Kurdistanê. Weke mînak, êrîşên Cengizxan (1162-1227) û neviyê wî Holako (1217-1265), herwiha êrîşên Tîmûrleng (1336-1405), Ku li ser destên van hêzan, Kurdan gelek sitem û zordarî dîtin. Gelek kuştin, xwînrijî û talanî hatin serê Kurd û Kurdistanê. Cizîrî behsa wan bobelatan dike, ku dîmenên wan di helbestên xwe de weke tabloyekê pêşandide, got:
Sef sef me dîn Hindî û Zeng Cengîzi hat Teymûrileng
Xef wan reşandin dil xedeng Teşbîhi tîrên Xan Şeref
(العقد الجوهري 352)

Cizîrî dixwaze nîşanê bi wê yekê bide ku dijminên Kurdan, xwedî hêzên mezin in, êdî pêwîstî bi wê yekê heye ku derbarê vê yekê, haydariyê bide xwêner û bîserên gotara xwe, lewma ew Rûm û Eceman weke sedema şer, pevçûn û fitneyê dibîne, dibêje:
Rûm û Ecem ji her teref Ceng û suwaş e wan bi xef
Hindî û Zengî sef bi sef Hatine ber liwayê zulf
(العقد الجوهري 347)