Kurdistanmedia: Roja Dûşemiyê berwarê 13’ê Befranbar a 1395’an a Rojî, Rehman Xizirzade naskirî bi “Mîrza Rehman”, endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, di temenê 63 saliyê de, li herêma Nexedê Koça dawiyê kir.
Mîrza Rehman endamekî wefadar a Hizba Demokrat û birayê şehîd “Celîl Xizirzade” bû ku, hevdem kesatiyek Kurdperwer û mamostayê xwendingehê bû.
Rehman Xizirzade ku li gundên Daşkesen, Kanî Mam Seyde, Bigim Qela û Xelîfanê waneyên xwendingehê gotine, bi sedema nesaxiya penceşêrê, koça dawiyê kir.
Navbirî sala 1363’an a Rojî ji aliyê dezgeha Îtila’at a ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi tawana alîkariya bi Hizba Demokrat, hatiye girtin, û piştî serbest berdanê, liser kar tê derxistin.
Hêjayî basê ye ku şehîd Celîn Xizirzade yê birayê Mîrza Rehman, salan 1360’an a Rojî di refên pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê de şehîd ketiye.
Roja Duşemiyê 13’ê Befranbarê, Termê Mîrza Rehman di nava aporaya xelkê deverê û li gondê xelîfanê, bi axa pîroz ya nîştiman hate sipartin.