Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Şerefî: Rasan bi wateya hebûna berfireh û berdewam a Pêşmerge di hundirê axa Rojhilatê de tê

16:22 - 9 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Simînarek li jêr navê “Rasana Rojhilat” bo rêzdar Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê li welatê Swîsê hate lidarxistin.

Roja Yekşemî berwarê 19’ê Befranbar a 1395’an a Rojî, hemberî 8’ê Çileya Pêşîn a 2016’an a Zayînî, li bajarê “Zûrîx” a welatê Swîsê, simînarek li jêr navê “Rasana Rojhilat û erkên wê û egerên wê” bi pişikdariya hejmarek perçav li Kurdên akinciyê wî welatî û nûnerên hêz û aliyên siyasî, bo Hesen Şerefî hate lidarxistin.

Di despêkê de simînarê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bêdengiyê bo canê pakê şehîdan dest bi karê xwe kir.

Piştre Kamran Resûlî berpirsê giştî yê Komîteya Hizba Demnokrat li welatê Sûwîsê di vê derheqê de gotarek kurt pêşkêş kir.

Resûlî di gotara xwe de bas ji serhildana Rasanê kir û ragehand ku bona pirsyarên ku piştî Rasanê derketine holê û bigiştî şirovekirina Rasanê, daxwaz ji Cîgirê sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir ku nêrîna xwe pêşkêş bike.

Şerefî di gotara xwe de serbarê tekezî liser Yek netewebûna Kurdan û Yek welatbûna Axa Kurdistanê, ragehand ku; “Em weke Hizba Demokrat bi hemû awayî piştevaniyê didine serxwebûna Kurdistanê.

Hesen Şerefî di beşek din a gotinên xwe de da zanîn ku, mafê her beşekî Kurdistanê ye ku digel welatên cîran û dagîrkerên beşên din ên Kurdistanê têkiliyan ava bikin, lê ev têkilî nabe bigîjin astekî ku êdî rêya vegeriyan nemîne.

Cîgirê Giştî yê Sekreterê PDKÎ herweha ragehand ku, “Em weke Hizba Demokrat liser vê baweriyê ne ku, qedera her beşek ji Kurdistanê ji aliyê Kurdê wê bi xwe ve tê diyarîkirin”.

Hesen Şerefî derheq bi rasana Rojhilatê jî ragehand ku; “Rasan bi wateya hebûna berdewam û berfireh a Hêza Pêşmerge di nava xelkê Rojhilatê de ye, bona pişteaniya ji wî xelkê ku li dijî rejîma Îslamî ya Îranê xebatê dike”.

Di beşa din a gotinên xwe de şerefî li dor hevahengiya di navbera partiyên din ên Rojhilatê derheq bi Rasanê ragehand ku; “Di despêka Rasanê de me civîn digel hemû partiyên Kurdistana Rojhilat pêk anîn, û piştî destpêkirina Rasanê jî careke din me ji nû ve civîn digel piraniya wan partiyna pêk anîn û me daxwaz ji wan kir ku piştevaniyê bidine Rasanê, bi her awayekî ku dikarin û merc nine ku tenê piştevaniyên leşkirî bin”.

Di beşa Dûhemîn a simînarê de beşek berçav ji pişikdaran, rexne û pêşniyarên xwe derheq bi Rasan a Rojhilat û rewşa siyas a Kurdan li hemû parên Kurdistanê pêşkêş kirin û pişt re ji aliyê Hesen Şerefî ve hatine bersivdan.