Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşwazî ji 2 Rêbendanê berdewame

20:36 - 11 Kanûna Paşîn 2017

Kurdstanmdia: Endam û alîgirên PDKÎ di nêzîkbûyîna salroja damezrandina Komara Kurdistanê çalakiyên teblîxî di bajarê Mehabadê de encam dan.

Li gor nûçeyên gihîştine Malpera Kurdistanmedia; bona rêzgirtin û pêşwazîkirin ji hatina 71.mîn Salroja damzrandina Komara Kurdistanê di bajarê Mehabadê de çalakiyên teblîxî di wan cihan de bi rêve birin: Çarêya Azadî, Taxa Emîriyan, Sêrêya Wefayî, Kolana Dibistana Razî a kevin û Dibistana Şarîkendî, kolana Çakeçole, derdora îdareya Îtilaatê, nav bazar, Meydana Ard, Serberdaşan, Girkê Qazî û derdora Seda û Sîma.

Di çend rojên derbazbûyî de endam û tekoşerên Dêmokrat di bajarê Seqiz û Bokanê de çalakiyên wek hev bi rê ve birine.

Di tarîxa 25ê Gelawêja 1324an PDKÎ hatiye damezrandin, û di kongireya yekem a vê partiyê de, bernameyên pêşniyarkirî yên Qazî Mihemed hatine pejirandin, û Qazî Mihemed weke rêberê Partiyê hatiye hilbijartin.

Piştî demeke kurt di 2yê Rêbendana heman salê de, yekemîn Komara Demokratîk a kurdistanê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed di meydana Çarçiraya Mehabadê de bi bilindkirina alaya Kurdistanê hate ragihandin, û Qazî mihemed, rêberê PDKÎ bû serokomarê Komara kurdistanê.